Li Sêrtê jinan bal birin ser 'Birdoziya Rizgariya Jinê'
- 15:00 13 Mijdar 2025
- Rojane
SÊRT - Meclîsa Jinan a DBP'ê bi munasebeta 25'ê Mijdarê li du taxên Sêrtê bi jinan re civiya. Di civînê de li ser bîrdozî, prensîb û komunan a rizgariya jinan nîqaş hatin kirin.
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan de, li gelek taxên Sêrtê bi jinan re hevdîtinan didomîne. DBP li taxên Bariş û Dogan ên Sêrtê bi jinan re civiya û li ser bîrdozî, prensîb û komunên rizgariya jinan nîqaş kir. Hevseroka bajarê DBP'ê ya Sêrtê Naze Bulga û endama Meclîsa Partiyê (PM) ya DBP'ê Gulşen Demir beşdar bûn.
Gulşen Demîr di civînê de axivî û behsa dîrok û girîngiya 25'ê Mijdarê kir. Gulşen Demîr, ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinan bi jinan re parve kir û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê têne meşandin.
Gulşen Demîr diyar kir ku jin dikarin xwe û her wiha civakê di ronahiya prensîbên bîrdoziya rizgariya jinan de azad bikin.
Dû re Naze Bulga jin vexwend meşa li Sêrtê a di 25ê Mijdarê de wê pêk were.







