10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê hat pîrozkirin

  • 12:56 13 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê 10’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê silav kir û destnîşan kir ku Şengal ne tenê ji aliyê leşkerî ve, di heman demê de ji aliyê bawerî, çand û nasnameyê ve jî hatiye rizgarkirin.
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi wesîleya 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniyê de 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê bi coş, kelecan û hêviyek mezin pîroz kir û ev tişt gotin:
 
“10 sal berê di 13’yê Mijdara 2015’an de, mizginiya rizgarkirina navenda Şengalê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê ji gelê me re hate ragihandin. 10 sal berê ne tenê me Şengal ji destê çeteyan rizgar kir, di heman demê de me ji destê xiyanetê, ji destê bêbextiyê, ji destê desthilatdariyê jî rizgar kir. Weke tê zanîn Şengal bi îxaneteke mezin teslîmî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin û hate dagirkirin. Li hemberî vê îxaneta mezin, bi berxwedaneke mezin a dîrokî hate rizgarkirin. Şengal bi pêşengiya gerîlayên HPG, YJA-Star, şervanên YBŞ-YJŞ û hêzên Şoreşa Rojava bi şerekî mal bi mal, bi şerekî sing bi sing hate rizgarkirin. Di vê oxirê de me bi sedan şehîd da. Di şexsê wan şehîdan de em hemû şehîdên tevgera azadiyê, şehîdên Şengala xweser û azad bibîr tînin. Em 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li malbatên şehîdan û li gelê xwe pîroz dikin.”
 
Berdewamiya daxuyaniyê bi vî rengî ye:
 
“Rizagarkirina Şengalê, ne tenê pêngaveke leşkerî bû. Me bi rizgarkirina Şengalê axa xwe, zimanê xwe, çanda xwe, ol û baweriya xwe rizgar kir. Me jinên Êzidî, ciwanên Êzidî rizgar kir. Me xwe ji destê xiyanet û bêbextiyê rizgar kir. Di dîroka Êzidiyan de cara yekemîn bû ku hêzeke xwe parastinê ava kir ku jinên Êzidî jî tevlî bûn. Cara yekem, piştî fermanekê Êzidî car din vegeriyan ser cih û warê xwe yê pîroz. Bi cewherî roja rizgarkirina Şengalê, roja vejîn û serketina gelê Şengalê ye. Piştî rizgarkirinê li Şengalê jiyaneke nû destpê kir. Civaka Êzidî û gelê Şengalê dest bi avakirina jiyaneke nû kirin. Di nav 10 salan de di asta şoreşê de pêşketin çêbûn, deskeftî hatin bidestxistin. Şengal gihîşt hêza xwe parastin û xwe rêvebirinê.
 
Li gel hemû deskeftiyan, êrîşên li ser Şengalê hê jî berdewam dikin. Bi rê û rêbazên cuda siyaseta fermanê hê jî li Şengalê tê ferzkirin. Bi taybetî hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dane û Şengal rizgar kirine, dibin hedefa êrîşên cuda. Siyaseta guhertina demografyaya Şengalê di rojevê de ye ku dixwazin Şengal bê Êzidî bihêlin. Dorpêçeke mezin a siyasî, leşkerî, aborî û civakî li ser Şengalê berdewam e. Bi cewherî plan û siyaseta qirêj a li ser Şengalê hê jî berdewam e. Ji ber vê rastiyê, di 10’emîn salvegera Şengalê de em careke din banga vegera hemû Êzidiyan dikin, em bang li gelê xwe dikin ku li derdora çand, ziman û baweriya xwe kom bibin û bersiva şerê taybet ê Fermana Spî bidin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji her demê zêdetir li derdora sazî û dezgehên xwe, li derdora hêzên parastinê kom bibin.
 
Em 10’emîn salvegera rizgarbûna Şengalê bi taybet li Rêber Apo pîroz dikin. Hebûna me ya li ser vê axê, bi saya keda Rêber Apo ye. Îro jî Rêber Apo di pêngava Aştî û Civaka Demokratîk de hêz û moralê herî mezin dide civaka Êzidî. Her nameyek, her gotinek, her peyamek Rêber Apo rêya azadiyê jî me re nîşan dide. Çawa ku Şengal bi keda Rêber Apo rizgar bû, wê bi şopandina fikrê Rêber Apo Şengala xweser û azad jî ava bibe. Em di nav 10 salan de ji fermanê ber bi Şoreşa Şengalê, ji Şoreşa Şengalê ber bi ronesansê ve meşiyan. Îro roj derfetên hebûna azad, derfetên mîsogerkirina Şengala xweser û azad ji her demê bêtir heye. Em ê jî di 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de bi awayeke xurt beşdarî pêngava Aştî û Civaka Demakratîk a Rêber Apo bibin.  Wê civaka Êzidî, ji her demê zêdetir xwedî li nasnameya xwe, axa xwe, statuya xwe xwedî derkeve. Wê ji her demê zêdetir xwedî li Rêber Apo derkeve. Di 10’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, em ê ji rizgarkirinê ber bi avakirina civaka demokratîk û azad têkoşîna xwe mezin bikin.”