Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîş hatine tespîtkirin ne vegirtine
- 11:13 13 Mijdar 2025
- Rojane
WAN - Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin ne vegirtine. Hat zanîn ku ji vir şûnde dê dozgerî têkildarî kesên gumanbar nirxandina xwe bike û DNA’yan bide ber hev.
Mirina bi guman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê heta niha jî nehatiye ronîkirin. Pirsên têkildarî DNA’yên du zilaman ên di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de hatibûn tespîtkirin hêj nehtine bersivandin. Hat zanîn ku rapora pêvek a baroyên Amed û Wanê, parêzerên malbata Rojîn Kabaîşê û Wezareta Dadê ji ATK’ê xwestibû jî li dosyayê hate zêdekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ; rapora pêvek çendek dem berê hatibû şandin û di raporê de teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin ne vegirtine.
ATK’ê di rapora xwe ya beriya niha de digot ku îxtîmala perînê heye lêbelê di rapora nû de destnîşan kir ku DNA’yên kesên tev li otopsiyê bûne, di dema dîtina cenazeyê de li wir bûn, di dema birina cenazeyê de cih digirtin û kesên Rojîn Kabaîş têkiliya wê pê re çêbûye (hevalên wê yên zanîngeh û hevalên wê yên din) jî di nav de bi giştî yên 134 kesan hatine girtin. ATK’ê, da zanîn ku ev mînak dane ber hev û derket holê ku tu yek ji wan DNA’yan û yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine dîtin hev negirtine. Bi vê yekê re teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine dîtin ne vegirtine.
Hat zanîn ku piştî raporê, dozgerî dê nirxandina xwe li gorî kesên gumanan jê dibe ve bike û DNA’yan bide ber hev. Mijara herî zêde cihê fikarê ew e ku dosya were vehêlandin. Hiqûqnas dibêjin ku ji bo ronîkirina dosyayê dibe ku yek ji doneyên herî girîng, agahiyên di telefona Rojînê de bin.







