Li Nev Bahçeyê dest bi çinîna bîhokan hat kirin

  • 10:19 13 Mijdar 2025
  • Jiyan
AMED - Çinîna bîhokên li Nev Bahçeya Şaredariya Bajarê Nû dest pê kir. 
 
Çinîna bîhokên li Nev Bahçeya Şaredariya Bajarê Nû dest pê kir. Bîhokên hatin çinîn bi çanda piştevaniyê dibin reçel. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag, Dayikên Aştiyê, endamên meclisê û Muduriyeta Polîtîkayên Jinan piştgirî dan pêvajoya hilberînê. 
 
Hevşaredar Safiye Akdag diyar kir ku ew li vir hilberîn, evîn û kedê pêş dixin û projeyên bi vî rengî, ku ji bo piştgiriya hilberîna xwezayî û xurtkirina aboriya hevgirtinê têne meşandin, dê hilberîna herêmî xurt bikin.