Zarokan benî çêkirin

  • 09:25 13 Mijdar 2025
  • Zarok
AMED - Midûriyeta Polîtîkayên Jinan li Navenda Jiyanê ya Zarokan ya di bin banê ya Şaredariya Bajarê Nû de xebatên xwe dimeşîne û perwerdeyê dide zarokan, çalakiya berhemên tirî lidar xist. Di çalakiyê de zarokan, bi awayekî fêrgeh fersend dîtin ku merheleya çêkirina beniyên gûzan fêr bibin. 
 
Şaredariya Bajarê Nû ji bo ku zarok merheleya çêkirina hilberên xwezayî fêr bibin, çalakiya berhemên tirî lidar xist. Li Navenda Jiyanê ya Zarokan a girêdayî şaredariyê ji bo zarokên ku perwerdeyê dibînin, bi beşdariya Hevşaredar Safiye Akdag û endamên meclîsê ev çalakî hat lidar xistin. Di çalakiyê de zarokan bi rêberiya mamosteyan re merheleyên çêkirina beniyên bi gûzan bi awayekî fêrgeh fêr bûn. Hevşaredar Safiye Akdag diyar kir ku girîng e zarok agahiyên li ser hilberên xwezayî û saxlem bistînin û bingeha çêkirinê fahm bikin.