‘Berpirsê komkujiya Dîlovasi desthilatdarî ye’

  • 09:07 13 Mijdar 2025
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Di şewata di Ravîve Kozmetîk ya li Dîlovasi hat jiyîn de nav de zarok jî hene 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Jinan diyar kirin ku di encama îhmalkariyê de komkujî hatiye jiyîn û gotin li Tirkiyeyê nirxa jin û zarokan tuneye.
 
Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di şewata febrîqeya kozmetîkê de sê jê zarok 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. 7 kes jî birîndar bûn.  Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes hatin girtin.
 
Jinan diyar kirin ku şewata derketiye komkujî ye û gotin wê bi hev re hesabê wê bipirsin.
 
‘Pergala binpêkirinê derket holê’
 
Endama Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Selma Gungor da zanîn ku komkujiya li Dîlovasi hatiye jiyîn mînaka binpêkirina serdestiya mêr û sermayeyê ye û got: “Keda jinê bê nirx tê dîtin û bi heqdestên kêm, bê ewlehiya civakî tên xebitandin. Ji ber kaçax tên xebitandin tu mafê wan tuneye. Ev rewşa ku her tiştî nîşan dide, pergala binpêkirinê jî derdixe holê. Mixabin bûyer bi mirina 3 zarok bi giştî 6 jinî bi encam bû.”
 
‘Keda jinê ne bê nirx e’
 
Selma Gungor di dawiyê de wiha got: “Divê xwedî li jiyana jin û zarokan bê derketin. Xwedî li doza wan derketin, li mafê wan derketin, ji bo wan têkoşîn meşandin berpirsyariya me hemûyan e.”
 
 
‘Berpirsê wê AKP-MHP ye’
 
Endama Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu jî wiha vegot: “Ev ne komkujiya ewil e, li Tirkiyeyê gelek mînakên wisa hene. Komkujî encama tedbîrên nayên girtin de tên jiyîn. Tevî bi dehan carî tê gilîkirin, tedbîr nayê giritn. Wezareta xebatê der barê vê de tiştekî nake. Ev ne qeza ye. Ev cînayeta kar e. Berpirsê vê AKP û MHP ye. Tu nirxa jiyana jin û zarokan tuneye. Em pêşiya vê bûyerê bernadin. Em bi hêrs in. Gelek tiştên bên gotin hene. Em ê hesabê vê bipirsin.”
 
 
‘Komkujiyeke ku li pêş çavan pêk hatiye’
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Dostaniyê ya Îmece (Îmece-Der) Gunselî Suna Kaya destnîşan kir ku komkujiyeke ku li ber çavan pêk hatiye, heye û wiha dirêjî dayê: “Karkeriya zarokan zêde ye. Di piyasa kar de zarok bi heqdestên kêm û kaçax tên xebitandin. Ji ber vê îro em behsa vê cînayetê dikin. Ya herî bi êş jî avahî avahiyeke kaçax e. Tevî gilîkirinan, tevî ku rayedar vê dizanin jî tiştekî nakin tenê cezayê pere dibirin. Yanî kargeriyê nagirin. Di avahiya kaçax de hilberîn didome. Ev jî bêberpirsyariya rayedarên cemawerî nîşan dide. Em vê lanet dikin. Bêguman lanetkirin têr nake. Me dît ku di hawirek dijhiqûqî de çi tên jiyîn.”
 
 
‘Dewlet karê bê ewle li jinan ferz dike’
 
Ji Malên Gel Emîne Akbaba jî axivî û diyar kir ku karên bê ewle li jinan ferz dikin û wiha dawî lê anî: “Zarokên keç bi taybet havînan li ser erdan qetil dikin. Pêşî li xwendina zarokên keç digirin. Qaşo dibêjin şert û mercên xwendinê hêsan dikin. Sala malbatê îlan kirin û hewl didin jinan hepsê malê bikin. Jinan terkî xizanî û birçîbûnê dikin. Em ê hesabê wan yek bi yek bipirsin. Em ê jiyanê bi hev re biparêzin.”