G.Ç ya koç kiriye: Jin tunebe jiyan tuneye!

  • 09:06 13 Mijdar 2025
  • Rojane
Gulistan Gulmuş
 
RIHA - G.Ç a ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç kir, daxwaz kir ku bila şer û komkujî bidawî bin û got: “Jin tunebin jiyan tuneye.”
 
Bi hezaran jinên ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin îro hîna birînên koçberî û tundiya civakî hîs dikin. Di şert û mercên bê ewle de dijîn û bi her cureyê tundiyê re tên rû hev. Jinên koçber bûne hem ji ber nasnameya Kurdî, hem a jinê hem jî nava xizaniyê de zor û zehmetiyan dikşînin.
 
Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî em têkoşîna jiyanê ya G.Ç ya ji Kobanê koçî Hewag a Rihayê kiriye parve dikin.
 
 
‘Me digot qey hîna DAIŞ li pey me ye’
 
G.Ç çîroka koçberkirinê vegot û da zanîn ku gelek zor û zehmetî kişandine. G.Ç wiha domand: “DAIŞ bi ser me de dihat. Me jî digot bên wê çi bikin. Dema hatin em reviyan, em hatin vir. Dema em hatin me kes nas nedikir. Em hatin vî gundî. Em li ser erdên pembû xebitîn. Xwediyê erd baş bû. Lê hîna em ditirsin, em dibêjin qey DAIŞ li pey me ye. Me kar kir piştre me xaniyek kirê kir.”
 
‘Cenazeyê keça min şandin Kobanê’
 
G.Ç wiha dirêjî dayê: “Em pirsgirêkên aborî jiyan. Nivîn tunebûn. Psîkolojiya keça min xera bû. Digot ev der ne xweş in em biçin. Me digot her kes hatiye vir. Piştre nexweş ket. Me bir her derê. Me derman kir. Sibehekê got lingê min diêşin. Me bir nexweşxaneyê li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê keça min bêyî ku kes ligel be şandin Kobanê. Destûr nedan em biçin. Me bir deriyê sînor. Ez pir giriyam. Xwezî ez bûma bila ne keça min bûya.”
 
‘Bila qetilkirinên jinan bidawî bin’
 
G.Ç balkişand ser tundiya li ser jinan û di vê mijarê de jî wiha got: “Em jin xwe ewle hîs nakin. Divê jin azad bin. Jiyanek azad b ijîn. Min gelek zor, zehmetî, xizanî kişand. Tu kesê me tunebû. Hîna jî ez ditirsim ez dibêjim qey wê DAIŞ bê. Bêguman em bêriya axa xwe dikin. Em aştiyê dixwazin. Bila êdî jin zehmetiyan nekşînin. Em jiyanek azad dixwazin. Jin jiyan e. Jiyan li ser milê jinan dimeşe. Jin tunebe jiyan tuneye. Bila qetilkirina jinan bidawî be.”