ROJEVA 13'YÊ MIJDARA 2025'AN
- 09:00 13 Mijdar 2025
- Rojev
*Karkerên Tekstîla Dîgel ku tundiya li hember jinê derxistin holê û li berxwe dan, li dijî zext, mobîng, destdirêjiya li hember jinan bang ji bo sendîkabûyînê û tevlibûna qadên 25’ê Mijdarê li jinan kir. DÎMEN HEYE
*Berdevka TJE-K Ayten Kaplan da zanîn ku meşa Kolnê ya bi hezaran kes tevli bûye, îfadeya îradeya pêvajoya civaka demokratîke û got: “Bêdengî didome. Divê ev bê şikandin. Armanca meşa wekhevî û hevdîtina bi serokatiyê re ye.” BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Hatînce Oncu diyar kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di pêvajoya nû de tevgera Azadiya kurd gavên yekalî avêtiye û dewlet li dijî van gavan bêdengiya xwe diparêze. Hatîce Oncu da zanîn ku ji bo mayîndebûna pêvajoyê divê sererastkirinên hiqûqî bikevin jiyanê. DÎMEN HEYE
*G.Ç a ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç kir, daxwaz kir ku bila şer û komkujî bidawî bin û got: “Jin tunebin jiyan tuneye.” DÎMEN HEYE
*Di şewata di Ravîve Kozmetîk ya li Dîlovasi hat jiyîn de nav de zarok jî hene 6 kesî jiyana xwe ji dest dan. Jinan diyar kirin ku di encama îhmalkariyê de komkujî hatiye jiyîn û gotin li Tirkiyeyê nirxa jin û zarokan tuneye. DÎMEN HEYE







