Înşakirina pergala civakî (10)

  • 09:04 14 Tebax 2025
  • Dosya
 
Ne dewlet, komîn: Rêya nû ya civakê
 
Leyla Ayaz
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana komînal wiha şîrove dike: "Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komînê. Komîn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komînê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komînê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin."
 
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12'yemîn li dar xist û biryar da ku têkoşîna çekdarî biqedîne û xwe fesîx bike. Abdullah Ocalan ji bo Kongreya 12'yemîn a PKK'ê du belgeyên cuda amade kir û pêşkêş kir. Rojnameya Serxwebûn di hejmara xwe ya 521 a dawî de belgeyek ji 21 rûpelan ku Abdullah Ocalan di 25'ê Nîsanê de nivîsîbû weşand. 
 
Mijara jiyana komîn, di rojên dawî de wek pergalek alternatîf ji hêla raya giştî ve tê şîrovekirin û nîqaşkirin. Me jî di tevahiya dosyaya xwe de xwest li ser pênaseya komîn, di dîrokê de mînakên jiyana komîn û di rewşa îro de înşakirina komînê rawestin. Di dawiya dosyaya xwe de jî me cih da nirxandinên Abdullah Ocalan a ku di Rojnameya Serxwebûnê de bi sernavê “Di civaka dîrokî de dualîteya dewlet û komînê” hatî weşandin. 
 
Sosyalîzma pêkhatî rûxiya
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha şîrove dike: "Divê di materyalîzm û dîrokî de li şûna şerê çînî “Komîn” bê danîn. Bêguman ev tenê ne nezîkatiyeke rast e, ji bo bikaribin derbasî sosyalîzmê bibin, di zanista sosyolojiyê de çalakî û fikra azad rêya herî bi tendirust in. Divê pênaseya materyalîzma dîrokî û sosyalîzmê xwe nespêre pevçûna çînî, şûna vê divê materyalîzma dîrokî û sosyalîzm xwe bispêre dualîteya dewlet û komînê. Ez vê nêzîkatiyê rastir dibînim. Yanî dîrok, li ser şerê çînî ava nabe; nakokî û pevçûna di navbera dewlet û komînê de şekil dide dîrokê. Ji ber vê teoriya çînî sosyalîzma pêkhatî rûxiya. Pêwîstî bi rexnekirinê jî nîn e. Lê sedema herî esasî ya rûxandina sosyalîzma pêkhatî yek jî ev e. 
 
Dualiteya dewlet û komînê çi ye?
 
Baş e, li vir wateya dualiteya dewlet û komînê çi ye? Ev tespîteke pir bi nirx e. Belkî ev ji milêkî ve tê zanîn, lê hê nehatiye sîstematîzekirin. Li vir ez ê vê fikrê sîstematîze bikim, fikreke sîstematîk pêş bixim. Ez dixwazim materyalîzma dîrokî li ser esasê dualiteya van du têgînan deynîm. Dîsa dixwazim sosyalîzmê ji çarçoveya dîktatoriya çînî derxînim, li ser esasê têkiliyên dualîteya dewlet û komînalîteyê saz bikim. Ez wisa difikirim ku em ê xwe bigihînin encamên pir bi qîmet û giranbûha. Ez vê jî dispêrim vî tiştî: Di esas de civak bûyereke komînal e. 
 
Civakbûn li ku derê ye?
 
Min li jorê pênaseya klanê kir. Ev civakbûn e. Civakbûn jî komîn e. Klana komîna seretayî ye. Niha em li ser peyva “komîn” bisekinin; ji ber vê divê em li ser civakbûnê biaxivin, dîsa qasî ku em dizanin divê dubare li qada Mezopotamyayê li ser pêşketina çandî, derketina civaka Sumer rawestin; yanî divê em pêşketina dewlet, bajar, milkiyet û çînan têxin rojeva xwe. Divê em destpêkê li ser dewlet û komînê bisekinin. Baş e civakbûn li ku derê ye? Civak bingeha vî karî ye. 
 
Qebîle komînek e
 
Ji ber ku B.Z 4000 sal beriya niha forma civakî klan bû. Em ji vê re dikarin bêjin qebîle an jî eşîret. Eşîret jî ji yekitiya komînan pêk tê. Qebîle komînek e. Hê malbat pêşneketiye. Di esas de wateya  malbat û qebîle ji hev cuda nîn in. Wateya wan yek e. Ne qebîle, ne jî malbat wisa ji hev cuda nebûne. Bi pêşketina Neolîtîkê re pêşketineke girîng rûdide. Pêşketina qebîle zêdetir bi Neolîtîkê ve girêdayî ye. Pêşiya Neolîtîkê qebîle nîn e, klan heye. Di Kurdî de “kom” heye. Em bi vî awayî dikarin komînê baştir fêm bikin. Yanî komîn, tê wateya “Kom” û “kombûnê.” Hê jî em vê peyvê bi kar tînin. Ev jî nîşan dide ku zimanê Aryen jî li vir derketiye. Herî kêm dîroka wî deh hezar sal e. Ji ber vê eşkereye ku Zimanê Aryen li derdora vê komînê pêşketiye. 
 
Yên jor dibin dewlet, yên jêr jî di bin bindest
 
Di Kurdî de peyva “kom” vê rastiyê nîşan dide. Dariştin û zêdekirina peyvan jî vê rastiyê nîşan didin. “Komagene” wekî navê dewleteke derbas dibe. Li vir em dibînin ku serokê qebîleyê dewletê pêş dixe. Endamên qebîleyê jî komînê pêş dixin. Di esas de rastî jî wiha ye. Pir hêsan e. Min wisa keşfeke mezin jî nekir. Marks ji van re dibêje keşfa zanistî, ev çîrok in. Pêşketineke wisa ya çîna karkeran nîn e. Esas wisa mijarê fêmkirin ne zehmet e. Yê li ser qebîle serweriya xwe çêdike dibe dewlet, endamên ji rêzê yên qebîleyê jî di bin komek, piştre ev wekî malbat didome. Yên jor dibin dewlet, xanedan pêşdikeve. Yên jêr jî di bin bindest. Ger dewlet çêbibe wê demê qebîleyên bindest jî çêdibin. Cudabûn wisa dest pê dike. Ez, tiştên ku Marksîzmê ji bo proleterya gotiye wisa zêde rast nabînim. Rast e, girêdayî şoreşa sinaî, karkertî, bûrjûwatî pêşdikeve, lê ev girêdayî pêşketineke 5000 salî derkete holê. Bûrjûwatî, proleterî-karkertî li Babîlê jî heye, li Sumer û Asûr jî heye. Li Atîna û Romayê jî heye. Ev herî dawî derbasî Rojavayê Ewropayê dibe. Ev tişt Ewropayê îcad kiriye. Hinekî din berfirehtir kirine, yek jî kirine pergaleke hegemonîk. Bi navê kapîtalîzmê metîngerî û hegemonyaya wê pêşdikeve. Ev hegemonya belavî hemû cîhanê dibe. Ev pêşketin xwe dispêre civaka Sumer. Yanî çavkanî Sumer e. 
 
Di vê dîrokê de komîn li ku derê ye? 
 
Ev, çîroka dewletbûnê ye. Dewlet, wekî dewleta koledar, dewleta feodal û dewleta kapîtalîst tê cuda kirin. Esas divê wiha neyê şîrovekirin. Li vir ya girîng komîn e. Di vê dîrokê de komîn li ku derê ye? Marks ji ber Komîna Parîsê gelek hevalên xwe winda dike. Tê gotin ku 17 hezar komînar têne kuştin. Ji ber van windahiyan nirxandineke wî heye bi navê “Komîna Parîs.” Dev ji kapîtalê berdide. Ji ber ku pêşbiniyên wê derbên mezin xwaribûn. Li gorî min Marks şikandineke hundirîn dijî. Bala xwe dide komînê, li ser kar dike. Li vir zêde qala çîn nake, zêdetir têgîna komîn bikar tîne. Kropotkîn Lenîn rexne dike, dibêje “Sovyetan nerûxîne.” Di esas de wateya Sovyet û Komîn yek in. Lê Lenîn bi programa NEP, berê xwe dide dewletê. Stalîn vê pirsgirêkê kûrtir dike. Di demên dawî de Marks ji têgîna dîktatoriyê sar dibe, naxwaze bikar bîne, berê xwe dide têgîna komînê. Dewlet û komînê ji hev cuda dike, lê vê cudahiyê wisa zêde pêş naxe. Di encamê de dikarim bêjim ku materyalîzma dîrokî xwe naspêre şerê çînan, li ser esasê dualîteya komîn û dewletê şekil digire. Hemû dîrok bi vî awayî herikiye. Bi taybet dîroka nivîskî. Di Sumeran de bingeha vê hatiye avêtin, niha li Rojava ev di asta herî jor de tê jiyîn. Niha, şaredarî tê wateya komînê. Lê nava wê hatiye valakirin. Niha dewlet qeyûm diavêje ser şaredariyên me. Kes jî nabêje tu çima wiha dikî. Ev jî nîşan dide ku naveroka wê hatiye valakirin. 
 
Çanda tecawizê 
 
Bûyera li Tavşantepeyê jî bi qebîleyê ve eleqeder e. Çanda tecawizê li ser wê zaroka biçûk wekî qetlîam pêşket. Bûyereke sembolîk e, lê pir girîng e. Ev nîşaneya çandek e. Molla Goranî jî, malbateke molla ye. Tevlî fetihkirina Stenbolê bûne. Malbata Guran ji malbateke wiha tê. Rewşa xembar a malbata Molla jî li holê ye. Ji ber vê yekê têgîna komînalîte wê di vê serdema nû de bibe dest û lingê sosyalîzma azadiyê. Em ê serdema nû li derdora vê mijarê nîqaş û şênber bikin. 
 
Em ê azadiya komînê biparêzin
 
Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komînê. Komîn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komînê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komînê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin. Me ji vê re got civaka exlaqî û polîtîk. Lê ev dibe vegotina komîna ku ber bi azadiyê ve diçe. Ev ne hiqûqî ye, tiştekî etîk û polîtîk e. Niha hiqûqek heye, Qanûna şaredariyê heye, divê ev qanûn pêş bikeve. Divê ev di qanûn de hebe, em ê guhertineke wiha bixwazin. Wê şert û rêgezeke me hebe. Ger bi awayekî zanistî bînin ziman, ji vê re dikarin bêjin azadiya komînê. Em ê bibin komînalîst. Şûna çîn, em ê komînê bicih bikin. Şaredarî hê jî komîn in. Li gel me jî kom heye. 
 
Komîn, etîk û polîtîk e
 
Ma di me de exlaq û etîk nîn e? Helbet heye. Jixwe komîn ji qanûnan zêdetir wê bi etîkê rêve biçe. Ji aliyê din ve komîn, demokrasiye jî. Siyaseta demokratîk bê polîtîka nabe. Ji ber ku polîtîka bi siyaseta demokratîk dibe. Komîn nav e, etîk polîtîk sifêt e. Komîn, etîk û polîtîk e. Yek nav e, ya din jî sifêt e. Em ji vê re dibêjin revîzyona herî radîkal a Marksîzmê. Em şûna têgîna çînî ya Marksîzmê komînê bicih dikin. Rexneya Kropotkîn a beramberî Lenîn pêşxistibû rast e, dîsa rexneya Bakunîn a beramberî Marks rast e. Rexneya Bakûnîn kêm e, lawaziyên xwe hene, lê rast e. Di vê mijarê de teqez li ser Marksîzmê bê sekinandin û rexnekirin. Ger Marks Bakûnîn fêmkiriba, Lenîn jî Kropotkîn fêmkiriba, wê teqez qedera sosyalîzmê wiha nebûya. Ji ber ku nekarîn vê sentezê pêş bixin sosyalîzma pêkhatî pêşket."