
Li dijî kuştina jinan di parkan de xebatên hişyariyê
- 14:04 10 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Bi rêvebirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberina gerînendetiyên polîtîkayên jinan ên navçeyan, di parka Koşuyoluyê de starta xebata hişyariyê ya li dijî kuştina jinan ku di demên herî dawî de pir zêde bûye hat dayîn.
Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatan û rêveberiyên navçeyan ên Polîtîkayên Jinan, ji bo hişyariya civakî li dijî kuştina jinan û tundiya li dijî jinan ku di demên dawî de zêde bûye, pêk bê li Parka Koşuyolu ya ku li navçeya Rezanê, kom bûn.
Xebatên ku di bin banê Şaredariya Mezin a Amedê de tê rêvebirin ku ji hêla Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DİKASUM) tê kirin, di heman demê de çalakiyên xwe dimeşîne û bi tevlîbûna şaredariyên navçeyan, stant hat dayîn. Bi dayîna stantê re, sînevîzyoneke di derbarê nîşandana ku agahdariyên xwe gihandina navendên jinan û li dijî tundiya jinan, hat pêşkêşkirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan Ozden Gurbuz Sumer di derbarê xebata hişyariyê ya ku bi komkirin jinan re dest pê kirî agahîn da û diyar kir ku: “Em îro perçeyek yê kampanyaya ku me 25'ê Mijdarê dayî destpêkirin, li vir in. Me ev kampanyaye wekî gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re rawestînin û ji 25'ê Mijdarê ve li tax û gundan xwest belav bikin.
Îro em wekî perçeyekî ji kampanyaya ku me di 25 Mijdarê de dayî destpêkirin, li vir in. Ev kampanyaya me ‘Gotina me neqediya, em ê tundiyê bi hev re rawestînin’ bûn û em ji 25'ê Mijdarê heta îro hem wekî Şaredariya Bajarê Mezin hem jî wekî şaredariyên navçeyan û wekî hevalên ku di warê jinan de û di warê têkoşîna li dijî tundiyê de dixebitin; me hewl da ku vê kampanyayê li gund û bajaran bimeşînin.
Li Amedê, di meha herî dawî de 4 jin hatin kuştin û mirina jinekê jî bi guman e û divê ev mijar ne tenê di rojeva jinan de be, divê em vê mijarê têxin rojeva hemû pêkhateyên bajêr. Asta ku me gihîştinê, em bi rastiya zêdetirbûyina tundiyê re ru bi ru mane. Em di demekî ku roj bi roj her cure tundî li dijî jinan zêde dibe û bi taybetî li bajarê me di meha herî dawî de kuştina çar jinan û mirina jinekê jî bi guman e, re derbas dibin. Em bawer dikin ku divê em vê mijarê ne tenê bînin rojeva jinan, divê em bînin rojeva bajêr û hemû pêkhateyên li bajar.
Wê xebata xwe bi şevên çalakiyan ên ku li parkan pêk bînin û stant û agahiya vê yekê didin. Pêşiyê hemê pêkhateyên me yên ku di warê xebata li dijî tundiyê têdikoşin û navendê me yên hevgirtinê, wê stantê xwe ava bikin. Îro me li vir dest pê dikin lê gerek her çar navçeyên navendî, gerek jî her çar navçeyên derveyî û li gundan, divê em vê kampanyayê bimeşînin. Em ê bi hev re ji tundiyê re bibêjin na û ji bo vê yekê em li vir in. Dîsa dubare dikim: Gotina Me Neqediya, Em ê Tundiyê Bi Hev Rawestînin.”
Pişt daxuyaniyê, jinan brûşorên ku li ser wan “Em Şerê Xwe yê Tundiya Li Dijî Jinan Mezin Dikin, Em Li Dijî Qirkirina Jinan Şoreş Dikin” û “Gotina Me Neqediya, Em ê Tundiyê Bi Hev re Rawestînin” nivîsandî, li hemwelatiyên ku li parkê belav kirin. Jinan dema ku brûşor belav dikirin di heman demê de di derbarê ku divê tundiya ku li dijî jinan de çi bê kirin, agahî dan hemwelatiyan.
Çalakiya hişyariyê ya li dijî kuştina jinan dê di tevahiya havînê, tevahiya bajar, hemû navçe û li parkan berdewam bike.