Înşakirina pergala civakî (4)

  • 09:05 8 Tebax 2025
  • Dosya
 
Xweza civakî û pirsgirêk
 
Melek Avci
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Gotina Simone de Beauvoir ya "Jin nayê vejîn, mirov dibin jin" yek ji esasên ku derdixe holê ku cudahiya zayenda biyolojîk bi tena serê xwe newekheviya zayendî nafirîne. Ev îfadeya herî aşkera ya ku koletiya jinan ji aliyê desthilatdariyan ve tê avkakirinê ye.
 
Jintî, rolên jintiyê wek tiştekî normal her tim bi me hatiye fêrkirin. Kifşkirina sînoran sedansalê têkoşîna jinan digire. Di vê beşa dosya xwe de em balê dikşînin ser nasnameya jinê ya ne xwezayî avabûnek îdeolojîke. Ev avakirin ji kîjan dînamîkan xwedî dibe; ji kê re xizmetê dike. Em vê digirin dest.
 
Newehevya zayendê li ser temenê çand û îdeolojîk hatiye avkairin. Tevî vê rastiyê, lê hîna hemû rêxistinên jinan nikarin xwe bigihînin vê heqîqeta dîrokî. Azadiya jinê bi têkoşîna çînî re wekhev dibînin, koletiya jinê baş nayê analîzkirin. Kolekirina jinê tenê bi pêvajoya avakirina pergala kapîtalîst sînor tê dîtin. Ev jî xeter e. 
 
Avabûna kapîtalîzmê û bandora wê ya li ser bedena jinê
 
Berhemên Sîlîva Federîcî yên Caliban û Pîrebok (CalibanandtheWitch)teşeyên bindestkirina dîrokî ya jinan digire dest û newekheviya zayendî wek hîmê îdeolojîk a kapîtalîzmê dinirxîne. Li gorî Sîlvîa Federîcî, derketina kapîtalîmzê ne tenê guherîna pergala aboriye; di hemand emê de pêvajoya avakirina îdeolojîk e. Di astên nû yên kapîtalîzmê de êrîşek sîstematîk a li hember beden û keda jinê heye û avakirina desthilatdariyê heye.
 
Avakirina sazbûnan: Ol, perwerde zanist
 
Di dema feodal de hilberîn bi xweza, civak û kolektîf tê kirin.Jin bi bandor tevli pêvajoya hilberînê dibin. lê bi kapîtalîzmê re jin ji derveyê vê tên girtin. Jin ji hilberîna hevkar-komunal tên derxistin. Di malê de tên hepskirin. Pêvajoya avakirina îdeolojîk ji aliyê desthilatdariyan ve bi ol, qanûn, perwerde û zanînê tê kirin. Bedena jinê dikin alav û her tiştê wê dikin bin kontrolê, ji bo bedena wê sînorên olî û hiqûqî tên xêzkirin.
 
Di civaka feodal de piştevaniya jinê
 
Beriya pergala kapîtalîst, piştevaniya jinê hebû. Bi pêşengiya jinan jiyanek komînal dihat avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî balê dikşîne ser çanda jiyana hepvar, hilberîn û şifakariya jinan.
 
Belavkirina kolektîfbûna jinan
 
Dema pergala aborî ji nû ve hat avakirin, têkiliyên civakî yek bi yek hatin rizandin. Şexs hatin mezinkirin û jin tenê hatin hiştin. Piştevanî hat belavkirin. Têkiliya kolektîf a di navbera jinan de hat belavkirin û ev pergal anîn stretejiyekê. Olan jin wek çavkaniya gûneh îlan kirin û tenê hiştin.
 
Hilweşîna bi neçîra pîrebokan hat 
 
Yek ji alavên vê belavkirinê ‘neçîra pîrebokan’ bû. Sedsalên 15-17’an de  neçîra pîrebokan li ser jinan wek alav hat bikaranîn. Ev neçîrên pîrebokan li ser her qada jiyana jinê bû alava çewisandinê. Bi hilweşîna torên piştevanî û komunal jin tenê haitn hiştin, jin rastî darbyê tên. 
 
Abdullah Ocalan di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de vê pêvajoyê wiha digire dest: “Jina ku beriya bibe şexs divê bibûna kirdeya civakî, ewil ji şexs hat derxistin piştre jî wek barê li ser civakê hat dîtin.
 
Abdullah Ocalan diyar dike ku koletiya jinê ji ya çînî pir kevntir e û ne tenê pergala kapîtalîst, destpêka şaristaniya çînî de kirine kole.Abdullah Ocalan diyar dik e ku ev pêvajo xwe dispêre rahîbên Sumer.
 
Li gorî Abdullah Ocalan kolekirin ne tenê fîzikiye; bi avakirina pêvajoya îdeolojîk xwezaya jinê tê berovajîkirin, nasnameya qels, hestyar û îrrasyonel diafirîne. 
 
‘Jin hildiberîne, bi hilberîna xwe ji nû ve dîl tê girtin'
 
Abdullah Ocalan serdestiya jinê ya di alî biyolojîk û civakî de wek berjewendiya şaristaniyê şîrove dike. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Taybetiya welidînê ya jinê ji aliyê serdestiya mêr ve wek mal tê dîtin. Jin hem hildiberîne û bi hilberîna xwe dîl tê giritn. Ev teşeyê ku dewlet-mêr jinê wek mal dibîne ye.”
 
‘Rêxistibûna jinê parçe bibe civak jî dirize’
 
Abdullah Ocalan her wiha destnîşan dike ku zanabûna jinan û rêxistibûna jinan hîmê civaka polîtîk û ahlaqiye û li gorî wî cihê Xwedavendan xwedayan girtine, zanîna jinê bi ol û şîroveyên mêr hatine manîpulekirin.
 
Abdullah Ocalan her wiha destnîşan dike ku pirgirêka jinan bi kapîtalîzmê dest pê nake û kapîtalîzm reşwa mayîndebûna vê kolekirinê ye.
 
Paradîgmaya azadiya jinan çi pêşkêş dike?
 
Nirxandin û nêrînên Abdullah Ocalan ne tenê rexne dike, di heman demê de riyên rizgariyê jî pêşniyar dike. Abdullah Ocalan diyar dike ku jin azad nebe civak jî azad nabe û dema jin rabin ser piyan wê hem koletî hilweşe û hem jî jiyan ji nû ve bê avakirin. Abdullah Ocalan  ji bo vê dibêje ‘di serdema modernîteya demokratîk de divê jin ji nû ve bibin kirdeya civakî.’ Paradîgmaya azadiyê berê xwe tenê nade hilweşîna kapîtalîzmê, di heman demê de berê xwe dide avakirina civaka polîtîk û ahlaqî. Di vê avakirinê de jî rolek girîng a jinan heye.