
Çalakiya runiştinê ya jinên Beluc didome
- 18:27 5 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc, bi daxwaza lîderê BYC’ê bê berdanû aqûbeta windayan bê aşkerakirin, çalakiya runiştinê dabû destpêkirin û çalakiya wan didomînin.
Jinên Beluc bi armanca ku aqûbeta windayan bê aşkerakirin û lîderê Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) ku Pakîstanê giritye bê berdan çalakiya runiştinê dabûn destpêkirin. Çalakî li ber Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabad di roja 21’ê de didome. Jinan wiha gotin: “Li dijî hemû destdirêjî, hedefgirtin, çewisandin û tehdîdan em bi biryarin. Em li ser piyane. Hezkiriyên me bidin me. Aktîvîstên Beluc berdin.”