Komxebata piştgiriya jinên Siwêdayê bi dawî bû

  • 19:30 5 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Komxebata piştgiriya jinên Siwêda ku li Hesekê hate lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de komkujiyên li Siwêda hatine kirin hatin şermezarkirin û hate gotin ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji parastina welatiyan û misogerkirina ewlekariya wan berpirsyar e.
 
Li  Salona Mişwar a Hesekê bi sernavê “Bi hev re ji bo jinên Siwêda li dijî qirkirinê” jinên Hesekê komxebatek li dar xistine. Komxebat ji aliyê Platfoma Çalakiyên Hevbeş a tevger û rêxitstinên jinan ve hate lidarxistin. Zêdeyî 65 nûnerên Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Toreya Fermandarên Aştiyê, Rêxistina Şawiska û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî tevlî komxebatê bûn.
 
Di heman demê de nûnên Meclisa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Koma Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinan a Edaleta Civakî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û kesayetên serbixwe jî beşdarî komxebatê bûn.
 
Beşê yekem ê komxebatê ji aliyê cîgira hevseroka MSD’ê Canda Mihemed ve hate birêvebirin. Canda Mihemed, rewşa li Sûriyeyê wekî zêde xeternak pênase kir û got ku di nav parçebûna siyasî de yekser bandor li jinan dibe, ew rastî tundî û paşguhkirinê tên.
 
‘Êrîşa li ser Siwêdayê bi êş bû’
 
Canda Mihemed  bi bîr xist li Sûriyeyê alozî û nakokî bi salane li ser hev kom bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destwerdana hêzên herêmî û navdewletî alozî kûrtir kiriye. Pêwîste Sûriye li ser esasê pirengî, wekhevî û edaletê ji nû ve were avakirin. Piştî hilweşîna rêjîma berê, rewş baştir nebûye. Hemû hêzên civakî û siyasî hatine paşguhkirin. Hin herêm bi bi temamî ji danîna pêşeroja welat hatine dûrxistin. Komkujiyên li dijî civaka elewî ya li Perava Sûriyeyê rû dan, pir bi êş bûn. Tu behane ji bo pêkanîna komkujiyan nayê qebûlkirin. Hikûmeta veguhêz nikarîbû baweriya gelê Sûriye bi xwe bîne. Bi taybet piştî bûyerên Perava Sûriye û Siwêdayê. Li wir komkujiyên mezin hatin kirin. Binpêkirin bi zanebûn hatin kirin. Êrişa li ser Siwêda jî pir bi êş bû.”
 
Cîgira Hevseroka MSD’ê Canda Mihemed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hikûmeta veguhêz jinan ji naveda biryarê dûr xistiye û wiha dom kir: “Jin bi komkujiyan re hatine hiştin. Tevî wê jî jinan doza rola xwe ya pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de dike. Jinan serkêşiya şerê li dijî DAIŞ’ê kir. Heta niha jî bi wêrekî li ber xwe dide. Pêwîst e rola jinan di avakirina Sûriyeyê de li ber çavan were girtin.”
 
‘Li Siwêdayê bipêkirinên mafan yên mezin tên jiyîn’
 
Di beşa duyemîn a komxebatê de jî Rêveberiya Koordînasyona Jinan a Zenûbiya Nûr El Henefî li ser reşa li Siwêda axivî û bibîr xist ku ev çend hefte ne li wir binpêkirinên mezin têne jiyîn û di serî de tundiya li dijî jinan.
 
Nûr El Henefî , di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di nava binpêkirin û sûcên têne kirin de ne û wiha dom kir: “Jin rastî kuştin, revandin û koçberkirinê hatin. Ev sûc bi zanebûn hate kirin, jin jî wekî alavekî tirsandina civakê hatin bikaranîn.”
 
Paşê beşdaran mijarên hatin rêzkirin nîqaş kirin. Bi giştî beşdaran xwestin ku dawî li binpêkirinan were û rê were dayîn alîkariyên mirovî di zûtirîn dem de derbasî parêzgeha Siwêdayê werin kirin.
 
Piştî nîqaşan Komxebat bi van biryarên bi dawî bû:
 
"1-Komkujiyên têne kirin werin şermezarkirin û ji aliyên herêmî û navneteweyî ve were xwestin ku erka xwe pêk bînin da di zûtirîn dem de şer raweste. Sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan bi taybet jinên Siwêda têne kirin bi dawî bibin.
 
2-Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê di mijara parastina ewlekarî, dispilîn û parastina sivîlan de bê cûdahî erkê xwe pêk bîne.
 
3-Ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) were xwestin ku ji bo dawîkirina dorpêça li ser Siwêda zextê bikar bîne. Korîdorên bi ewle werin vekirin da felaketên mirovî yên bandora neynî li jin û zarokan dikin, neyên jiyîn.
 
4-Şandeyên navneteweyî ji bo şopandina rastiyan der barê komkujî û sûcên li Siwêdayê li dijî jinan têne kirin, derbasî Siwêdayê bibin.
 
5-Hesab ji hemû kujer û kesên ku destê wan di komkujiyan de hene, were xwestin, da ku edalet pêk were.
 
6-Koçberî û guhertina demografî were redkirin. Tekezî li wê yekê were kirin li ‘koçberkirin sûcekî li dijî mirovahiyê ye.’ Bandora wê ya demdirêj li ser pêkhateyan heye. Kîn û dijberiyê di nava pêkhateyan de çêdike.
 
7-Daxwaz were kirin ku toreyeke piştgiriyê ya di navbera jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Jinên Siwêda û Sûriyeyê bi giştî were vekirin.
 
8-Hemleyên piştgiriyê yên hevbeş li ser asta ragihandin, herêmî û navneteweyî werin çêkirin.
 
9-Rola jinan di komîteyên awarte û alîkariyê de, her wiha piştgiriya însiyatîfên jinan di xizmeta civakêl de werin pêşxistin.
 
10-Hemleyên ragihadinê yên hevbeş ji bo pênasekirina rewşa jinên Siwêda werin lidarxistin. Ev li dijî hemleyên reşkirin ên di çarçoveya veşartina kujeran de pêk were. di heman demê de bandora axaftina kînê kêm bike.
 
11- Rola rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên taybet ên kar û barê jinan were aktîfkirin. Bi taybet di mijara şopandina rastiyan û ragihandina rewşa jiyanî ya tevahî herêmên Sûriyê de.
 
12-Bang li jinên Siwêdayê were kirin ku xwe birêxistin bikin û perwede bikin da karibin parastina xwe ya rewa pêş bixin."
 
Ev komxebat di çarçoveya çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30’ê Tîrmehê de ji bo piştgiriya jinên Siwêda dabûn destpêkirin de hatiye lidarxistin.