Çalakiya runiştinê ya jinên Beluc didome 2025-08-05 18:27:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Beluc, bi daxwaza lîderê BYC’ê bê berdanû aqûbeta windayan bê aşkerakirin, çalakiya runiştinê dabû destpêkirin  û çalakiya wan didomînin.   Jinên Beluc bi armanca ku aqûbeta windayan bê aşkerakirin û lîderê Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) ku Pakîstanê giritye bê berdan çalakiya runiştinê dabûn destpêkirin. Çalakî li ber Kuluba Çapemeniyê ya Îslamabad di roja 21’ê de didome. Jinan wiha gotin: “Li dijî hemû destdirêjî, hedefgirtin, çewisandin û tehdîdan em bi biryarin. Em li ser piyane. Hezkiriyên me bidin me. Aktîvîstên Beluc berdin.”