
Li Çemê Zapê cesedê jinekê hat dîtin
- 17:51 13 Adar 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çemê Zapê cenazeya jineke ku hatibû qetilkirin hat dîtin.
Li bajarê Akre ya Başurê Kurdistanê di Çemê Zapê de cenazeya jineke ku hatiye qetilkirin hat dîtin. Piştî agahî dan polîsan ekîb hatin cihê bûyerê û tespît kirin ku hatiye qetilkirin. Di daxuyaniyahat dayîn de hat diyarkirin ku ji ber cenaze demek dirêje avê de maye nasname hîna nehatiye tespîtkirin.
Cenazeya ji bo otopsiyê û tespîta nasnameyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Hewlêrê û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.