ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN

  • 09:00 17 Sibat 2025
  • Rojev
 
*Êrîşên li hember zarokan zêde dibin û ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê yên darazê û îfadeyên zarokan esas nayên girtin, pêşî li sûcên nû vedibe. Parêzer Merve Şahîn da zanîn ku hatine astek wisa ku hewl didin ku delîlên şenber yên di bûyerên îstîsmarê de ispat bikin û balkişand ser kêmasiyên di pergala edaletê de. DÎMEN HEYE
 
*Ji Jinên Halkevcî Seval Ekşîcî der barê qetilkirinên jinan de axivî û got: “Di vê pêvajoya ku jin tên qetilkirin de, keda jinan bedena jinan tê tunekirin de û jinên li dijî bûyerên tundiyê bertek nîşan didin wê di alî ku ev sedsal bibe sedala jinan de xwe heyî bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Tevî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe bi heyeta DEM Partiyê re parve kiribû, desthilatdariya AKP’ê hîna tu gav navêtiye. Nêrînên Abdullah Ocalan yên salên borî yên der barê rola meclîsê û nîqaşên destura bingehÎn de îro jî nîşan didin ku divê çareserî çawa be.