TEV-DEM’ê li dijî sûcên dewleta Tirk bang li NY’ê kir

  • 12:55 16 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Çapemeniyê ya TEV-DEM’ê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got, “Ev tirsa dewleta Tirk a ji çapemeniya azad, carek din nîşan dide.”
 
Meclîsa Ragihandinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derbarê êrîşên dewleta Tirk  ên li ser rojnamevanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Meclîsa Ragihandinê ya TEV-DEM’ê bal kişand ser sûc û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku rojnamevanên herêmê çav û şahîdên sûcên dewleta Tirk in.
 
Di daxuyaniyê dewiha hat gotin "Rojnamevan bi kamera û raporên xwe derew û îdiayên şerê dirûnî yên ku dewleta Tirk a dagirker dide meşandin, radixin ber çavan. Rojnamevan her wiha berxwedana efsanewî ya QSD’ê û îradeya xurt a gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana gel bi destkeftiyên xwe radigihînin. Ji ber vê yekê dibin hedefa dewleta Tirk a faşîst a ku tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike."
 
Di dewam daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji destpêka şerê li Bendava Şehîdan (Tişrînê) ve  gelek rojnamevan bûn hedefa rasterast a dewleta Tirk û ev tişt hat gotin, "Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser rêya Bendava Tişrînê û bajarê Sirînê yê Kobanê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Duh jî (15’ê Sibata 2025’an) rojnamevan ê ji bajarê Efrîna dagirkirî Egîd Roj li Bendava Berxwedanê (Bendava Tişrînê) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bû. Ev jî careke din tirsa dewleta Tirk a faşîst ji ragihandina azad a ku hovîtiya wê aşkera dike, nîşan dide. "
 
Di daxuyaniyê de soza şopandina şehîdên xeta ragihandina azad hate dayîn û bêdengiya hêzên nanveteweyî ya li hemberî êrîşên dewleta Tirkjî hat şermezarkirin. Hate gotin ku bêdengî dewleta Tirk teşwîq dike ku hîn zêdetir sûcan bike.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo şopandin û nirxandina sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê û hedefgirtina rojnamevanan komîteyeke serbixwe ava bikin.