
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Mesûd Barzanî dest pê kir
- 11:06 16 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî dest pê kir.
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî Demokrasiyê (DEM Partî) di çarçoveya serdanên xwe de yên piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir, îro li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re hevdîtinê dike. Hevdîtin li ofîsa Barzanî ya li navçeya Pîrman (Selahaddîn) pêk tê.
Di nava heyetê de ji Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê de Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, Hevserdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç hene.