'Heta azadiyê dê têkoşîna me bidome'

  • 10:46 16 Sibat 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Bi minasebeta 26'emîn salvegera li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hezaran welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê daketin qadan û Komplo Şermezar kirin.  
 
Di bin diruşmeya"Em roja qirkirina gelan pilangeriya 15`ê sibatê şermezar dikin"bi minasebeta 26'emîn salvegera Komploya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat duh bi hezaran welatiyên taxa Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê daketin qadan û bi meşa ku li dar xistin daxwaza azadiya Abdullah Ocelan kirin.  Di meşê de ala PKK'ê û wêneyên Abdullah Ocalan hatin hilgiritn.  Meş li Çarxereya Zeytun a ku dikeve taxa Eşrefiyê veguherî mitîngê. Jinên ku tevli meşê bûn ji ajansa me re nirxandin kirin. 
 
'Rêberê me ji bo cîhanê aştî û azdiyê dixwaze' 
 
Horiya Reşîd a ku  di axaftina xwe de hêrsa xwe li hemberî vê rojê anî ziman wiha got: "Ne tenê welatiyên kurd ên taxa Şêxmeqsûd daketine qadan û komployê şermezar dikin.  Li her derê ji pêkhateyên cuda daketina qadan û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan dikin. Ev 26 salin ku rêberê me di girtîgeha Îmraliyê de ye. Çima Rêberê me girtî ye? Rêberê me ji bo tevahî cîhanê azadî û aştiyê dixwaze. Em hemû fedayiyên Rêberê xwe ne. Temenê min 72 salin min gelek car rêbertî dîtibû, hêza ku di dema dîtina rêbertî de min girtibû dihêle heta roja me ya îro ez li ser piya bîmînim.  Lewma heTa ku em rêberê xwe di nava xwe de nebînin em tekoşîna xwe nadin sekinandin."
 
'Gel bi serokê xwe hene'
 
Emîne Muse jî têkildarî salvegera komployê berteka xwe anî ziman û wiha got:"Ev 26 salin em her roj di salvegera komployê de dadikevinqadan û vê roja reş şermezar dikin.  lê êdî dem hatiye ku em van roja reş veguhêzin rojek xweş  ku têde azadiya Rêbertî misoger bibe. Abdullah Ocelan ne tenê rêberê gelê Kurd e ,  bi felsefeya xwe ya ku hemû cîhanê di xwe de hembêz dike bûye rêberekî enternasyonal. Em daxwaz dikin ku rêberê me were azad kirin wê demê wê aştî li cîhanê belav bibe. Bi siyaset û komploya ku li ser rêbertî dan meşandin û xwestin ku  were tunekirin.  Lê Rêberê me ji bo gelê xwe hebûna xwe parast. Mejî Serokê xwe parast, ji ber ku her gel bi serokê xwe heye."
 
'Em ê her li ser piya bin'
 
Di dawiyê de jî Suad Hesen nerazîbûna xwe têkildarî berdewamkirina komploya li ser Rêberê PKK'ê anî ziman û ev tişt got:"Ev bû 26 sal rêberê me di girtîgeha Îmraliyê de ye.  E berdewam kirina tecrîdê napejirînin.  Ji ber ku daxwaza me her car azadiya fîzîkî ya rêbertî ye em ê jî ji bo pêkanîna daxwaza xwe her li ser piya bin û asta berxwedaniya xwe bilindtir bikin.  Di dawiya axaftina xwe de Suad got:"Ma çi sucê rêbertî hebû ku ev 26 salin girtî ye?dewletên komploger wê nikaribin daxwazên xwe pêk bînin û bihêlin em dev ji tekoşîna azadiyê berdin. Berxwedana me ji bo azadiya rêberê me ye.  Heta dawiya jiyana xwe li ser bingeha azadkirina rêbertî em ê xebat û tekoşînê dewam bikin."