
Rojnamegerên di bin çavan de şandin dozgeriyê
- 10:00 16 Sibat 2025
- Rojane
WAN - 30 kesên ku di serdegirtina şaredariyê û tayînkirina qeyûm a Şardariya Wanê de ku di nav wan de rojnameger jî hebûn, sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, ji 100'î zêdetir kesên ku di çalakiyên li ber şaredariyê û li bajêr dest pê kirin de hatibûn binçavkirin 30 kes ji wan sewqî dozgeriyê hatin kirin, yên din jî piştî îfadeya li emniyetê serbest hatin berdan.
Ligel nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Rojnameger Behçet Bayhan 30 kesên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin, nûçegihanê MA'yê Mehmet Guleş ê ku bi lêdanê hatibû binçavkirin, bêyî îfadeya wî bê gitin serbest hat berdan.
Tê payîn ku sibê îfadeyên rojnameger û welatiyên ku sewqî dozgeriyê hatin kirin, bên girtin.