
Li Qamişlo peyama 'Aştî girêdayî azadiya Rêber Apo ye'
- 15:36 15 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtînga şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’yê Sibatê ku li Qamişlo bi beşdariya deh hezaran kesan hat lidarxistin de peyamên, "Zemanê siyasetên qirkirinê qediya" û "Mîsogeriya aştiyê girêdayî azadiya Rêber Apo ye" hatin dayîn.
Bi deh hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê ya bajarê Qamişloyê kom bûn. Mîtîng ji aliyê Înîsiyatafa Gel a Azadiya Abdullah Ocalan bi dirûşmeya, "Em roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" hat lidarxistin.
Jinên beşdarî mîtîngê bûn cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin, zarokan jî kurtikên spî yên bi nivîsa "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" li xwe kiribûn û wêneyên wî bi serê xwe ve girêdan.
Her wiha wêneyên Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Fikra Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê deriyê aştiyê ye" vekirin û dirûşmên, "Bi can û xwîn em bi te re ne Ocalan. Bê Rêber jiyan nabe. Berxwedan jiyan e" berz kirin.
Piştî deqeyeke rêzirtinê peyama Abdullah Ocalan a beriya 20 salan ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane dike, ji dengê wî hate guhdarkirin.
Li pey peyama Abdullah Ocalan , Endama Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û Komploya Navnetewyî şermezar kir.
Foza Yusuf bal kişand ser welatên ku di Komploya Navneteweyî de cih girtine û wiha got: "Ji bo şikandina vîna me ev komplo pêk anîn, lê berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan, berxwedana gerîla û gelê me ev plan hemû pûç kirin.
Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku dema şer bi dawî bûye, polîtîkayên tinekirin û qirkirinê derbas bûne, divê serdema aştiyê ya bê azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Ev gel dixwaze bi vê kombûnê vê peyamê bide.
Pîvana serkeftina vê qonaxê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Eger ev guhertin pêk neyê û Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî azad di nava gelê xwe de nexebite, ev qonax bi ser nakeve
Em li benda bangeke dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan in û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan silavên xwe ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandiye."
Der barê komîteya Amadekar ya Kongreya Diyaloga Niştimanî ku tê plankirin ji bo Suriyeyê bê lidarxistin jî, Foza Yusuf diyar kir ku diviyabû komîteya amadekar nûnertiya hemû gelê Sûriyê bikira û got: “Ji ber ku fikra navendî ya Baisê Sûriyê kiriye qada pevçûnên navdewletî. Dibê em destên xwe bidin hev ji pêkanîna Sûryeya demokratîk, Sûryeya hemû Sûryeyiyan. "
Şêx Hesen Ferhan Ebdulrehman Şêxê Meclisa Eşîrên Ereb ên Tayî jî got ku Ereb û Kurd bi hezarê salan li vir dijîn û her kesê ku bixwaze cudahiyê têxe navbera Kurd, Ereb û Xirîstiyanan, ew xwe dixapîne.
Ebdulrehman destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê kesayetek Kurd e, lê belê kesayeteke ku nûneriya hemû gelan dike. Îro ne roja reş e lê roja têkoşînê ye, roja şaristaniyê yel gelê Kurd cihê rêz û rumetê ye, em bi hev re dijîn û emê bi hev re aşîtiyê pêk bînin. "
Mitîng bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rêbertî" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.