Li Rihayê protestoya komployê

  • 15:33 15 Sibat 2025
  • Rojane
  
 
RIHA - Di daxuyaniya ku di salvegera komploya navneteweyî de hat dayîn de wiha hat gotin: “Ev siyaset êdî qirêj bûye. Komplo negihişt armanca xwe. Em piştgiriya birêz Ocalan dikin."
 
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Rihayê bi pêşengiya DBP, DEM Partî û TJA'yê hat protestokirin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ber bi avahiya DEM Partî ya navçeya Halîliye ve meşiyan.
 
Li vir daxuyanî hat dayîn û pêyamên hewcedariya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vegotin. 
 
Piştî daxuyaniyê bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmralı" çalakî bi dawî bû. 
 
Girse dûre li avahiya DEM Partiyê derbarê komploya 15'ê Sibatê de sînevîzyonek temaşe kir.