Neslîhan Şedal bang li gelê Wanê kir
- 10:55 11 Sibat 2025
- Rojane
WAN – Piştî ku cezay li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hat birîn, bi hezaran kes li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kom bûn. Hevşaredar Neslîhan Şedal li ber avahiya şaredariyê bang li gelê Wanê kir ku vîna xwe hembêz bikin.
Piştî ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di rûniştina doza ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, gel li ber avahiya şaredariyê kom bû. Bi hezaran welatî li ber avahiya şaredariyê dirûşmên "Abdullah Zeydan rûmeta me ye", "Neslîhan Şedal rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Gel hatina gel şaredariyê berdewam dike.
'Em vîna xwe biparêzin'
Neslîhan Şedal di daxuyaniya xwe ya li vir de got ku cezayê ku li Abdullah Zeydan hatiye dayîn ne rewa ye û çi dibe bila bibe ew ê piştgiriyê bidin gel. Neslîhan Şedal got, “Divê gelê Wanê vê yekê baş bizane, encam çi dibe bila bibe em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin. Em bang li gelê Wanê dikin ku di her şert û mercî de îradeya xwe diparêzin, îro roja parastina namûs, rûmet û vîna xwe ye. Îro em doza destkeftiyên xwe dikin. Em li ber şaredariya xwe ne û em ê li vir vîna xwe biparêzin. Em îro li ber şaredariya xwe li benda gelê Wanê ne."
Li aliyê din her ku gav bi gav girse zêde bû derdora şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.