Heyeta Îmraliyê serdana Mesûd Barzanî kir
- 12:32 16 Sibat 2025
- Rojane
Melek Avci
HEWLÊR - Civîna Şanda Îmraliyê ya DEM Patiyê û Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî saetek û 45 deqîqeyan berdewam kir.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro li bajarê Hewlêrê yê Herêma Başûrê Kurdistanê, di çarçoveya serdanên piştî hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dabûn destpêkirin, bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re civiya. Hevdîtina ku li ofîsa navçeya Pîrman (Selahaddîn) pêk hat saetek û 45 deqîqeyan dewam kir. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehat dayîn.
Kesên di heyetê de cih girtin
Di heyetê de endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindır, Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, Parlamenter Gulcan Kaçmaz û Parlamenter Mehmet Kamaç cih girtin.