Ji Wanê bang li berxwdêrên Tişrînê kirin: Em li gel we ne!
- 11:28 16 Sibat 2025
- Rojane
WAN –Kesên ku beşdarî çalakiya piştî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin bûn, peyama ku ew li gel gelê li Tişrînê li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe dide ne.
Êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj ber bi qonaxeke cuda ve diçin, lê êrîş giraniyê didin cihên stratejîk ên weke Qereqozax û Tişrînê. Berxwedana gel a li dijî êrîşan didome. Herî dawî jî di 15’ê Sibatê de Rojnameger Egîd Roj di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.
Jinên ku beşdarî çalakiyên piştî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûn, diyar kirin ku ew berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav dikin û diyar kirin ku ew bi gelê berxwedêr re ne.