
‘Li dijî tecrîda giran kampanya azadiyê’
- 09:04 16 Sibat 2025
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Aktîvîst TJA’yê Aygul Sîncar der barê kampanya nû de axivî û got: “Li dijî tecrîda giran em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Em bi vê pêngavê re dibêjin tecrîd bişkê wê jinên Kurd azad bibin. Jin wê pergala înkar û îmhayê biguherinin.”
Tevgera Jinen Azad (TJA), starta kampanyaya “Em ji bo azadiya serokatiyê ji bo çand û zimanê Kurdî li dijî tundiya li ser jinê tedikoşin” li Amed û Stenbolê da. Aktîvîsta TJA’yê Aygul Sîncar der barê kampanyayê de axivî.
‘Heta azadiya fîzîkî pêk neyê wê têkoşîn bidome’
Aygul Sîncar da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li dijî înkarkirina çand û zimanê Kurd û tundiya li hember jinê ev kampanya dane destpêkirin û got: “Li Rojhilata Navîn şerekî ku netew dewltean û pergala kapîtalîst afirandiye heye. Li Sûriyeyê rejîm ket lê gel ji derveyê pergalê tên hiştin. Tirkiye hema hema hemû butçe ji şer re veqetandiye. Ji bo jin, ciwan, ekolojî û demokrasiyê tu polîtÎka tuneye. Mirinên jinan her meh zêde dibin. Li welat demokrasî tunebe hilweşîn ava dibe.Ji bo vê em ê ji bo azadiya gelan têbikoşin. Em jinên Kurd yên azad vê dizanin. Ji ber vê em ê ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan têbikoşin.”
‘Birêz Ocalan felsefeyekê û gel temsîl dike’

‘Gel wê li mafê xwe bigere’
Aygul Sîncar di berdewamiyê de anî ziman ku bi kampanyayê wê li dijî êrîşan têbikoşin û got bi polîtîkayên şerê taybet hewl tê dayîn çand û zimanê kurd bê îmhakirin. Aygul Sîncar wiha vegot: “Şerê taybet tenê li dijî gelê Kurd û li dijî baweriyên din Elewî û Ermeniyan tê meşandin. Bi vî awayî hewl tê dayîn civakeke monîst bê afirandin. Hewl didin yek ziman û yek nîjad biafirînin. Reng, ziman, çand hene, dema mirov vana li ber çavan negire û bixwaze yek zimanî an nijadekê biafirîne, bêguman dê pirsgirêk derkevin. Ji ber ku her kes dixwaze çanda xwe biceribîne. Ger hûn yekparêziyê li ser gel ferz bikin, gel jî li mafên xwe digere. Ji bo vê jî me di warê ziman û çanda kurdî de însiyatîfek da destpêkirin. Em ê li her qadê ziman û çanda xwe zindî bihêlin. Dema ku em bi çanda xwe dijîn em hest dikin ku em hene. Ji ber vê yekê ev tevger bi rastî girîng in. Weke jinên TJA’yê em plan dikin ku li ser ziman û çanda kurdî gelek xebatên bi hêz bikin.”
Ji bo jinan bang: Divê em dîrokê binivîsin
Aygul Sîncar got wê bi kampanya xebata xwe bimeşînin û wiha dawî lê anî: “Em ji bo avakirina hişmendiyê dixebitin. Em der barê pirsgirêkên jinan, civakî xebatan dimeşînin. Der barê pêngavê de vegerên erênî hene. Di esasa şikandina tecrîdê de em kampanya xwe dimeşînin. Em li dijî perspektîfa ku Birêz Ocalan pêşkêş dike xwe berpris dibînin û têdikoşin. Em ê bê navber xebatên xwe bimeşînin. Divê em jin dîrokê binivîsin. Divê em jin bi hev re dîroka xwe binvîsin. Jin jiyan azadî.”