DGF: Em ê rojnamegeriyê biparêzin

  • 21:29 22 Aralık 2024
  • Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - DFG'ê bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanan da û got:"Em serî natewînin, em ê li her derê parastina rojnamegeriyê bikin."
 
Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) bertek nîşanî girtina 7 rojnamevanên ku bi hinceta nûçeyên der barê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên bi balafira bêmirov a Tirkiyeyê hatibûn qetilkirin, çêkirine hatin girtin dan.
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “Piştî qetilkirina 2 hevalên me bi rojan e li kolanan in. Bi înat û bi berxwedana ku me ji wan girt, me got 'Em ê nivîsandina heqîqetê bidomînin'. Pêşî li Amedê, piştre li Wanê û herî dawî jî li Stenbolê êrîşî daxuyaniya me kirin. 30 rojnamevan binçav kirin. Ji wan îro 7 kes hatin girtin. Ev yek ne bes e, li dijî rojnamevan, saziyên çapemeniyê û baroyan lêpirsîn vekirin. Weke me duh jî got, îro careke din dibêjin, em ê serî netewînin û li her derê parastina rojnamevaniyê bikin.”