Ji bo mêrê ku Vasfiye qetil kir cezayê muebeta giran

  • 17:55 20 Eylül 2024
  • Rojane
ÎZMÎR - Ji bo mêrê bi navê Vedat Emekta ku Vasfiye Su ya pê re zewicandibû qetil kir, ji sûcê ‘Hevjîn bi hestên çavsorî qetilkirin’ cezayê muebeta giran hat dayîn.
 
Di 26’ê Sibata 2022’an de li navçeya Odemîş Îzmîrê mêrê bi nave Vedat Emektar, Vasfiye Su ya pê re zewicandi bi alava birînê qetil kir. Der barê gumanbaran de ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ doz hat vekirin. Runiştin li Duyemîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeya Odemîrşê hat dîtin. 
Parêzerên aliyan, xizmên Vasfiyeyê, gumanbar Vedat Emektar di runiştinê de amade bûn. Her wiha Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) jî doz şopand.
 
Gumanbar îdia kir ku poşmane. Gumanbar îdia kir ku wê li girtîgehê xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade bike û daxwaz kir ku li girtîgehek baş bimîne. Dozger der barê Vedat Emektar de cezayê muebetê xwestibû. Heyeta dadgehê jî  ji sûcê ‘Hevjîn bi hestên çavsorî qetilkirin’ cezayê muebeta giran birî.
 
Endama KCDP’ê Tulîn Osmanagaogullari, piştî runiştinê daxuyanî da û diyar kir ku hêviya wan eve ku ev doz ji bo hemû dozên jinan bibe mînak. 
Her wiha Tulînê daxuyakirin ku ew Narînê jî jibîr nakin û bi dirûşmeya ‘wê hesabê Narînê bê pirsîn’ daxuyanî bidawî bû.