Mirina Rojîn Kabaîş: Hinek tên parastin

  • 09:02 20 Çile 2025
  • Rojane
WAN- Jin der barê mirina Rojîn Kabaîş a li Wanê winda bû û piştre cenazeya wê hat dîtin axivîn û gotin: “Bûyer nehat lêkolînkirin. Hat veşartin. Hinek tên parastin.”
 
Xwendekara pola yekemîn a beşa pêşketina zarokan a  Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYU) Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê îlona 2024’an de winda bû û  cenazeyê wê18 roj şûnde di 15’ê cotmehê de li perava Mollakasim hat dîtn. Di rapora otopsiya ji ATK’a Stenbolê hat de hat diyarkirin ku sedema mirinê di avê de fetisandin e, daneyek der barê derb û îstîsmara zayendî nehatiye dîtin. Lê di raporê de roja ku jiyana xwe ji dest daye û pêvajoya di avê de maye cih negirt. Di dosyayê de pêşketinek çênebû.
 
Jinên Wanê der barê mirina biguman a Rojîn Kabaîş de axivîn.
 
‘Bi dosyaya Rojînê re eleqeder nebûn’
 
Çîgdem Pekbelgîn: Bi dosyayê re eleqeder nebûn. Bi ser mijarê de neçûn. Ka edaleta Tirkiyeyê? Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Ez li Îzmîrê dijîm lê bi şev 10.00’an de nikarim derkevim derve. Bi tirs dijîm.
 
‘Divê bê lêkolînkirin’
 
Zuleyha Bayto:Em gelê Wanê ji bo Rojînê xemgîn dibin. Mirina wê divê bê lêkolînkirin. Hinek tişt tên veşartin. Çawa hatiye qetilkirin em nizanin. Niha tê zanîn ku çawa miriye. Ev keça ciwan ji bo xwendinê hat vir. Bawer nakim ku întîxar kiribe.
 
Tê veşartin
 
Cemîle Oner: Nezelalkirina mijarê qelsiya dewletê ye. Hefteya ku hat vir ev tişt hatiye serê wê. Min cara yekemîn tiştekî wisa bihist. Çima hat qetilkirin? Li gorî min ev cînayet e. Nehata veşartin wê zû bihata dîtin. Bû wek mijara Narînê. 
 
Hinek tişt tên veşartin
 
Melek Aydin: Di rojên dawî de keçên ciwan tên qetilkirin. Êdî mirov bi kesî bawer nabe. Di mijara Rojînê de li gorî min hinek tişt tên veşartin. Bi taybet rayedar, bêdeng dimînin.
 
Em edaletê dixwazin
 
Asli Nur Kiyag:Em ji bo Rojînê edaletê dixwazin. Rojîn ne tenê keça bavê xwe bû. Keça hemû Tirkiyeyê bû. Rojînê întîxar nekiriye. Hinekan kuşt. Zanîngeh jî dibe ku vê vedişêre. Ji ber bûyer li nêzî zanîngehê bû û kesî ev nedît. 
 
‘Em ditirsin li kampusê bigerin’
 
Aynur Ozakaç:Çi bi Rojînê hat em nizanin. Ez jî li wir dixwinim lê tu carê xwe ewle hîs nakim. Gelek xwendekar xwe ewle hîs nakin. Saet piştî 6’an şûnde em ditirsin li kampusê bigerin. Em nizanin wê çi bê serê me.