 
				Nobeta li Bendava Tişrînê ket roja xwe ya 43’yan
- 11:07 19 Sibat 2025
- Rojane
	NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî serma û êrişên dewleta Tirk er û çeteyên wê, 43 roj e gel li Bendava Tişrînê nobetê digire.
	Çalakiya nobetê ya gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 43’yan de dewam dike. Tevî serma û êrişên, gel bi biryar e ku bendavê ji êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêze.
	Duh karwanekî şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê ku gihaştibû bendavê, nobet dewr girt.
	Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên bejahî û hewayî li dijî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê pêk tînin. Şervanên YPJ û QSD’ê pêşî li dagirkirinê digirin.
	Ji 8’ê Çileya îsal ve jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê nobedariya bendavê dewr digirin.
	Nobedariya gel di roja xwe ya 43’yan de bi biryardarî dewam dike.

 
				 
				 
				 
				 
				





