‘Em ê hedefgirtina bedena jinê nedin rewakirin’

  • 18:46 23 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Bi pêşengiya DEKUP’ê daxuyaniyek hat dayîn û parvekirina bijîşkekî ku li ser çapemeniya civakî ‘suneta jinan’ dida nasîn, hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew destur nadin îşkenceya zayendîya li hember bedena jinê.
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP)  li Agiriyê  li dijî parvekirina bijîşkekî ku li ser çapemeniya civakî ‘suneta jinan’ dida nasîn, daxuyaniyek hat dayîn. Gelek kes tevli daxuyaniya li Kolana Cumhuriyetê pêk hat bûn û pankarta ‘dest nedin bedena min’ hat vekirin. Bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ hatin berzkirin.
 
Endama Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Agiriyê Melek Gelturan daxuyanî xwend.
 
Melek Gelturan da zanîn ku suneta jinê êrîşek giran a li dijî bedena jinê ye û wiha got: “Ev pêkanîna ku tu fêdeya wÊ ji jin û zaokên keç re tuneye, li dijî mafê mirovane û bandoreke neyînî li ser beden û tenduristiya zayendî  dike. Ev pêkanîn rewşa baş a fîzîkî û psîkolojîk a jinan seranserê jiyanê bi bandor dike.   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û gelek saziyên navnetewyî jî xwedî heman fikra ku zirarê dide tenduristiyê ye. Ji ber vê jî em vê êrîşa li dijî bedena jinê qebûl nakin. Reklama hatiye kirin jî mirovan dide fikirîn. “
 
Melek Gelturan banga têkoşîna li dijî vê pêkanînê kir û da zanîn ku divê lêpirsîna edlî û îdarî bê destpêkirin û got ew wê hedefgirtina bedena jinê nedin rewakirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.