ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 19 Çile 2025
  • Rojev
 
* Jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn êrişên li hemberî Bendava Tişrînê şermezar kirin û gotin: "Em bûne tirs û ketine dilê dijmin. Em top û tifingan natirsin û dilê me her bi QSD'ê re ye." BI DÎMEN 
 
*Jinan derbarê tayînkirina qeyûman de axivîn û gotin: “Qeyûmên tên tayînkirin darbeya mezin a li hember hevserokatiyê ye. Qeyûm nefreta desthilatdariyê ya li hember Gelê Kurd e." BI DÎMEN 
 
*Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê derbarê nîqaşên pirsgirêka Kurd û pêvajoya nû de nirxandin kirin û wiha gotin: “Ger ku pêvajoyeke ku têde maf, hiqûq û edalet hebe em şopdarê vê pêvajoyê ne û piştgiriyê didinê.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta Piştevaniya Jinan a Kirkyama Gulîzer Işik Çay da zanîn ku bi jinên mexdûrên erdhejê re tên gel hev û piştevaniyê dikin û wiha domand: “Li herêmên erdhejê jin bi pirsgirêkên mezin re tên rû hev. Em bi xebatên xwe hewl didin van pirsgirêkan daxînin asta herî jêr.” BI DÎMEN 
 
*Şêniyên Qoserê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li hember Rojava axivîn û got bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê bi azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. BI DÎMEN