Rapora KCDP'ê ya meha Gulanê: 40 jin hatin qetilkirin

  • 14:15 4 Hezîran 2024
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN -Li gorî rapora meha Gulanê ya KCDP’ê, mêran di meha Gulanê de 40 jin qetil kirin, 20 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) a Gulana 2024’an; di meha Gulanê de mêran 40 jin qetil kirine. 20 jin di nav şert û mercên gumanbar de mirî hatin dîtin. Ji 40 jinan 14 jin bi hinceta ku dixwazin di derbarê jiyana xwe de biryarê bidin, lihevhatin red kirine, nexwestine bizewicin, 2 jin bi hinceta ku biryara parastinê derxisitne. bav, 1 dema ku keça xwe parastiye, 3 jî ji bi hinceta aborî. Ji van  jinan 20 jê bi çi hincetê hatine qetilkirin nehat zanîn.
 
Ji sedî 38'ê jinan ji aliyê mêrê ku bi wan re zewicîn ve hatine qetilkirin
 
Di raporê de ku navên jinên hatin qetilkirin yek bi yek tên parvekirin û çîrokên têkoşîna wan a ji bo jiyanê hatin parvekirin, hat diyarkirin ku ji van 40 jinan 15 jê ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicandin, 6 ji aliyê bav, 4 jê jî ji aliyê mêrên bi wan re di têkiliyê de ne 4 ji aliyê kêsn ku nas dikirin ve, 3 jê xizm û 2 jê ji aliyê mêr berê pê re hatibû zewicadnin, 2 ji aliyê mêrê pê re berê têkilî danîbûn, 1 ji aliyê birayê xwe, 1 ji aliyê kurê xwe û 1 jî ji aliyê kesê pê re tîkilî daniyê, 1 jî nehat zanîn ji alyê kê ve . Di raporê de hat destnîşankirin ku 38 ê jinan ji aliyê mêrê ku pê re hatiye zewicandin ve hatine qetilkirin.
 
Jin bi piranî li malên xwe û bi çekan hatine qetilkirin
 
Li gorî raporê; Ji van jinan 25 li malê, 6 li kuçeyê, 2 di maşînê de, 2 jin li cihekî tenê û 2 jî li cihê kar hatine qetilkirin. Nehate diyarkirin ku 3 jin li ku hatine qetilkirin. Ji sedî 63'yê  jinên ku di meha Gulanê de hatin qetilkirin di malên xwe de hatine qetilkirin. Ji 40 jinan 19 jê bi çekê, 13 jê bi amûra birînê, 4 jin bi rêbaza xeniqandinê, 2 jin bi şewitandinê û 1 jî bi avêtina ji bilindahiyê hatin qetilkirin. Awayê mirina jinekê nehate tespîtkirin.
 
'Em ê dest ji mafên xwe bernedin'
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku rêziknameya paşnavê ya di pêşnûmeya 9'emîn Paketa Dadweriyê de ne hiqûqî ye û  wiha hat gotin, "Têkoşîna paşnavê ku bi salan e tê meşandin, têkoşîna jinê ya ji bo nasnameyê, têkoşîna hebûnê ye.Em ê dest ji ti mafên xwe yên ku ji bo bidestxistina wan têkoşiyane, bernedin." 
‘Hiçbir hakkımızdan vazgeçmeyeceğiz’