'Şoreşa Rojava şoreşa guhertina zihniyet û şoreşa jinê ye'

  • 09:11 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Endama Meclisa PYD'ê Îlham Mihemed a Kantona Efrîn-Şehba derbar şoreşa 19`ê Tîrmehê de wiha got: "Şoreş tekez kir ku projeya Neteweya Demokratîk a bi şoreşê re hatiye pêşxistin, ne tenê zihniyetê diguhere, di heman demê de çareseriya aloziya Sûriyê jî diguherine."
 
Di 19’ê Tîrmeha 2012’yan de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê ya berxwedêr dest pê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Herwiha ev çirûsk di serî de li Efrînê û piştre jî li Cizîr û Firatê belav bûn. Bi wê re jî ji ser tevahî gelan êş û azarên bi salan ên wekî ji zilm û destpotiyê bi dawî hatin. Li herêmê guhertinên mezin hatin kirin. Roj bi roj bi pêngavên mezin ev çirûsk ber bi şoreşê ve çûn û bermahiyên reşîma dagirker ji holê hatin rakirin. Hemelyên rizgarina ji DAIŞ’ê hatin destpêkirin, berxwedana li dijî dewleta Tirk  hat destpêkirin û ev berxwedan îro jî berdewam e. Bi wê re jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk hat avakirin. Di serî de Tirkiye aliyên ku tehmûlî vê berxwedan û şoreşa di pêşengiya jinê de pêk hat nekirin xwestin ku vê projeyê têk bibin. Ev hêz negihîştin armanca xwe û bi xwe têk çûn.
 
Endama Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) ya Qantona Efrîn Şehbayê Îlham Mihemed, derbarê şoreşa Rojava ya di pêşengiya jinê de pêk hat ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Destdirêjiya dewletan û komên çete alozî girantir kir
 
Îlham Mihemed, diyar kir ku beriya şoreşa Rojava di nava Sûriyeyê de di nav civakan de gelek pirsgirêk û aloziyên wekî avakirina pirsgirêkên netewperestî,yek ol yek ziman yek çand û h.w.d  ku berdewam dikirin hebûn û got, "Desthiledariyê bi tunekirina çanda gelên li van herêman û aloziyên ku derdixistin dixwest ku şoreş di hundir herêman de bi sînor bimîne.  Her wiha aloziya ku di sala 2012 de li Sûriyê dest pê kirin jî em nikarin bi nav bikin.  Aloziya Sûriyeê bi xwe re gelek pirsgirêk anî û hişt ku bi ketina dewletên navnetwî ya nava Sûriyê re alozî girantir bibe. Lê ne tenê dewletên navneteweyî her wiha komên çeteyan jî derbasî van herêman bûn û alozî girantir kirin."
 
'Hemû pêkhate li dora projeyê kom bûn'
 
Îlhamê di berdewmaiya axaftina xwe de diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka Sûriw her wiha mîrasa 50 sal ya tekoşînê û pirojeya netewa demokratîk bû sedema pêkhatina şoreşê û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Aloziya li Sûriyeyê nehat çarekirin û heta roja me ya îro berdewam dike lê belê mîrasa ked û tekoşîna 50 salan a gelê Kurd hêşt ku zemînek rêxistinbûnê ,berxwedanê û tekoşînê were avakirin û vê yekê hêşt ku şoreşa Rojava zû pêk were û bi navê xwe yê din bû şoreşa nûkirinê.  Bi vê şoreşê re cara yekem pergala  netewa demokratîk li ser vê erdnîgariyê pêk hat û bû sedema çareserkirina pirsgirêk û aloziyên ku li Sûriyê yê rû dan Ji ber vê ye ku  hemî pêkhateyên li herêmê  li derdora vê pirojeyê civiyan."
 
'Me rêya sêyem hilbijart'
 
Îlhamê got ku dema li Sûriyê şer di navbera rêjîma BAAS `ê û komên dijber de çêbû em weke gelê Kurd bi van hêzan re nahatin gel hev.  Her wiha me xeta sêyem hilbijart ku ew jî pirojeya netewa demokratîk bû. Li ser vê bingehê me dest bi tekoşînê kir.  Her wiha di vê şoreşê de me tenê ji bo gelê Kurd têkoşîn nekir û  me hemî pêkhateyên vê herêmê di nava xwe de girtin û pirsgirêkên civakê yên ku bi salan rû dabûn ji binî de hatin çareserkirin."
 
'Şoreşa Rojava şoreşa guhertina zihniyet û şoreşa jinê ye'
 
Di dewma axaftina xwe de Îlhamê da zanîn ku vê şoreşê tenê alozî çaresernekirin, bû şoreşa guhertina zîhniyet û ya jinê û wiha got:"Beriya şoreşê jin di asta herî jêr di nava civakê de cihê xwe girtibû lê dema şoreşê dest pê kir guhertin  ji malbetê de hat destpêkirin ku rola herî serkeke ya pêşeng jinan di vê şoreşê de lîst. Jin di hemû qadan de cihê xwe giritn ku guhertineke bingehîn di civakê de bidin kirin.  Bi pergala hevserokatiyê jinan di nava siyasetê de cihê xwe girtin. Ji ber vê şoreşa Rojava şoreşa guhertina zihniyet û şoreşa jinê ye."
 
Yên ku vê pirojeyê diparêzin yekser axa xwe diparêzin
 
Derbar hedefgirtina siyasetmedarên jin li Rojava Îlhamê axaftina xwe da berdewam kirin û wiha got:"Rêxistina jinê di Rojava de her diçe bêhtir berbelav dibe.  Em niha jî dibînin ku hêzên hegom her jinên sîyasetmedar dikin hedefa xwe û ev yek jî bi riya balafirên bê mirov pêk tê ne tenê jinên siyasetmedar di heman demê de jî jinên fermendar di qada leşkerî de yên weke Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan û h.w.d ku xwestin bi heddefgirtina van jinan vîn maf û îraeya tevahî jinan binpê bikin da ku sîstema xwe ya desthiledariyê berdewam bikin.  Lê divê 13 salên şoreş di wan de hat kirin bûn sedema gelek guhertinên siyasî .  Ev jî bi saya tekoşîna pakrewana ye.  Ne tene ji civaka kurd her wiha ji hemû pêkhateyên ku li vê herêmê bûn ji bo parastina vê pirojeyê tekoşîn dan û yên ku vê pirojeyê diparêzin yekser axa xwe diparêzin."
 
'Armanc têkbirina pirojeya netewa demokratîk e'
 
Îlhamê di axaftina  xwe de balkişand ser hevpeymana civakî a ku li Rojava hat lidarxistin û wiha domand:"Yek ji destkeftiyên ku di vê şoreşê de hatine bidestxistin lidarxistina hevpeymana civakî bû her wiha ne tenê ew jî di heman demê de hilbijartinên xwecihî  jî ev destkeftî hemû bi şoreşê re hatin bidestxistin.  Di encamê de Dewleta Tirk, Rûsya û Sûriye ger nêzî hev bibin armanca wan dawîlêanîna pirojeya xweseriya demokratîk e."
 
'Pirojeya me pirojeya gelê azad, aştî xwaz û gelê bindest e'
 
Di axaftina xwe de Îlhamê da eşkerekirin ku têk birina DAÎŞ`ê di Rojava de rolek herî mezin bû ku gelê Kurd girt ser milê xwe û wiha nirxand:"Di hundir şoreşa Rojava de hewldanên pir mezin ji bo têkbirina vê şoreşê hatin kirin.  Yek jê êrîşa hov a çeteyên DAÎŞ`ê li ser gelek herêmên Rojava. Têkoşîna gelê Kurd li hemberî vê li cîhanê olan deng veda. Ji ber ku pirojeya me pirojeya dengê gelê azadîxwaz aştîxwaz û gelên bindest e."