Li Botanê rûyê şerê piralî (7)
- 09:24 27 Îlon 2026
- Dosya
Ferzkirina fuhuş û tecawiza li jineke ji şer reviyaye
Rojda Aydin
ŞIRNEX – Hat hînbûn ku jinekekê ji ber şerê li Sûriyeyê koçî Bismilê kiriye, ji aliyê T.Y. ve li Şirnexê hatiye desteserkirin. Hat îdîakirin ku li vir mêrê bi navê A.Y. jî bi zorê hişbir daye, tecawizê wê kiriye û hewl daye ku bi zorê fuhûşê pê bide kirin.
Polîtîkayên şerê taybet ku bi salan e li Botanê tên meşandin; di heman demê de ku xizanî, koça bi darê zorê û hesasiyeta li ser xeta sînor kûr dikin jî mezin dikin. Bi taybetî jin û zarok, di nav van torên ku li ser derbasbûnên sînor û rêyên koçê ava bûne de, rastî binpêkirinên giran ên wekî çewisandina zayendî û xebitandina bi darê zorê tên hiştin.
Di vê beşa dosya xwe de, em behsa îdiayên têkildarî jineke ji Sûriyeyê koç kiriye û li Şirnexê jiyaye dikin.
Ji şer revî, hat Kurdistanê
Jinekê ku ji bajarekê Sûriyeyê ye, ji ber şerê li Sûriyeyê û DAÎŞ’ê bi zarokek xwe re koçê navçeya Bismilê ya Amedê dike û li vir li cem xizmên xwe jiyana xwe meşandiye. Mêrê bi navê T.Y. ê ku li bajêrokeke navçeya Qilebana Şirnexê dijî, çûye Bismilê û jin desteser kir û wê bir navçeyê.
Jina ku li hemberî zoriyên şer û jiyanê li ser piyan rawestiyaye, hat îdîakirin ku li navçeya ku lê dijî vê carê ji aliyê mêrê bi navê A.Y. ve bi zorê hem tiryak hatiye dayîn û hem jî tecawiz lê hatiye kirin. Her wiha hat îdîakirin ku A.Y. xwestiye ku bi zorê fûhûşê bi jinê bide kirin.
Wêneyên şantajê hat parvekirin
Hat tomarkirin ku wêneyên jina ku rastî şantajê hatiye, di 16’ê Cotmeha 2025’an de ji aliyê A.Y. ve di hesabekî medyaya dîjîtal de hatine parvekirin. Piştî ku wêne di hesabê medyaya dîjîtal de hatiye parvekirin û ji aliyê qereqolaê ve hatiye tespîtkirin, di 16’ê Cotmeha 2025’an de îfadeya wê jinê hat girtin. Jina mexdûr di îfadeya xwe ya li qereqolê de tiştên hatine serê xwe vegotiye û derbarê kiryar de gilî kir. Lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
Ji Îdareya Koçê re hat şandin
Li aliyê din hat hînbûn ku ji ber ku dema Parastina Demkî ya jinê bi dawî bûye, wê şandine Îdareya Koçê, lê belê nehat zanîn ka çûye welatê xwe an na.
Sibehê:Li Botanê di 5 salan de bi hezaran dosyayên sûcê zayendperest







