Şaredariya Êlihê meclîsa jinan ava dike

  • 09:04 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulistan Gulmuş
 
ÊLIH - Şaredariya Êlihê amadekariyên xwe yên avakirina meclîsa jinan didomîne. Armanca meclîsa ku hemû xebatkarên jin ên şaredariyê tê de cih digirin, avakirina bajarekî ku bi perspektîfa jinan tê birêvebirin e.
 
Di hilbijartinên 31’ê Adarê yên li Êlihê de namzeta Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Gulîstan Sonûk bi 64,51 dengan bi ser ket. Şaredariya ku xebatên xwe yên ji bo sererastkirina zerarên qeyûman û xizmetguzariyê ji gel re didomîne, armanca avakirina meclîsa jinan e. Di meclîsa ku dê hemû xebatkarên jin ên şaredariyê tê de cih bigirin, dê rê û rêbazên birêvebirina Êlihê bi perspektîfa jinê bên diyarkirin. Me bi jinên Şaredariya Êlihê re li ser meclisa jinan a ku dê ava bikin axivîn.
 
Jinên ku di avakirina meclîsa jinan de cih digirin bal kişandin ser armanc û xebatên meclîsê. 
 
Di mekanîzmayên biryaran de cih bigirin
 
Tuba Demîr, diyar kir ku tevlîbûna jinan a li Şaredariya Êlihê bi têkoşîna rêxistinkirî pêk tê, sedema avakirina meclîsa jinan bi vê têkoşîna birêxistinkirî ve girêdayî ye û got: “Têgihiştina me ya rêveberiyên herêmî li ser esasê wekheviya jin û mêran e. Beşdariya aktîf a jinan di hemû astên rêveberiyê de wekheviyê misoger dike. Ev pêkhatina têkoşîna jinê ya rêxistinkirî ye. Ji ber vê yekê me biryara avakirina meclîsa jinan da. Meclisa jinan meclîsek e ku hemû jinên şaredariyê tevî hevseroka me tê de cih digirin. Ev têgihîştineke şaş e ku jinên li vir dixebitin tenê erkên xwe yên hatine erkdarkirin bi cih bînin. Me biryarek wisa girt ku ger jin di hemû mekanîzmayên biryardanê de cih bigirin wê biryarên hatine girtin xurttir bin."
 
Derxistina perspektîfa jinan
 
Zeynep Çelîk, diyar kir ku ew ê ne tenê li ser jinan, di heman demê de li ser hemû qadên jiyanê di meclîsa jinan de xebatan bikin û diyar kir ku armanca wan li vir ew e ku feraseta jinê derxin pêş û wiha wiha bi lêv kir: "Em di wê baweriyê de ne ku ev kêmasî bû ku jin li ser esasê zayendî di paşerojê de bûye û lêkolînên li ser jinan heta niha bi perspektîfa jinê nehatiy dîtin. Di vê çarçoveyê de me got, em dikarin bi eşkerekirina hişmendiya kolektîf û avakirina meclîsa jinan xebatên xwe bimeşînin. Ji ber vê jî êdî meclîsa me ya jinan heye. Esasê meclîsa jinan bi giştî ev rêgez e; Her kesê ku di şaredariyê de kar dike bi awayekî xwezayî endam û aktîf a meclîsa jinan e. Her kes li qada xwe pêvajoyê bi awayekî aktîf dişopîne. Di vir de armanc ew e ku perspektîfa jinê derxe pêş. Ev hemû rojeva meclîsa jinan in ku ji aliyê perspektîfa jinê ve li avahiya bajar, mîmarî, ziman û çandê were dîtin."
 
Ji bo jinan çalakiyan pêk bînin
 
Fatma Tan jî diyar kir ku li gel wêrankirina qeyûman meclîsa jinan ava kirine û ji bo Êlihê projeyên wan ên baş hene û wiha got: “Ji ber em dixwazin jin derkevin pêş, me li Êlihê meclîsa jinan ava kir. Li vir zext û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Em ê di demeke nêz de li Êlihê çalakiyên ji bo jinan pêk bînin. Em dixwazin projeyên pir xweş çêbikin. Welatî tiştek ji Şaredariya Êlihê re nehiştiye, lê em hêvîdar in ku bi hemû derfetên xwe karên baş bikin."