Li Êlihê ji bo ziman çalakî:Bila Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
- 19:16 18 Îlon 2026
- Rojane
ÊLIH - Komeleya Ziman a ARÎ-DER’ê ya Êlihê têkildarî vekirina dibistanan û qedexeyên li ser zimanê zikmakî yê dayîkê meşiyan û daxuyanî dan. Di çalakiyê de wiha hat gotin: “Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e.”
Komeleye Lêkolînên Ziman û Çand ya Arî (ARÎ-DER) ya Êlihê têkildarî vekirina dibistanan û qedexeyên li ser zimanê zikmakî yê dayîkê li Xaçerêya Dortyolê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan. Rêveberên û endamên partiyên siyasî, nûnerên gelek saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin berzkirin û dowîzên ku “Ziman şitila avakirina civakê ye”, “Zimanê me hebûna me ye” û “Her netew bi zimanê xwe heye” hatibûn nivîsandin, bilind kirin. Pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate hilgirtin.
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e’
Metna daxuyaniyê ji aliye Hevserokê ARÎ-DER’ê Rênas Yildirim ve hate xwendin. Rênas Yildirim di dest pê de bi lêv kir ku ziman stûna sereke ya hebûn, çand û nasnameya civakan e û got ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî mafekî gerdûnî, xwezayî û bingehîn e ku di tu qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî yên mirovî de nabe mijara nîqaşan û wiha axivî: “Zimanekî ku di perwerdeyê de cih negire, di zanist û jiyana rojane de li pêş nekeve, bi xetereyên helandin û tunebûnê re rû bi rû dimîne. Em wekî rêxistin û dildarên zimanê Kurdî têkoşîna ziman wekî doza rûmetê dibînin. Helwesta me li seranserê erdnîgariya Kurdistanê hevgirtî, zelal û prensîbî ye, ango bipêşxistin, berbelavkirina ziman, perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo me xaleke jêneveger û xeta sor e. Zanyariyên nûjen ên pedagojiyê û lêkolînên derunnasiyê bi awayekî zelal dipejirînin ku bingeha hiş, raman û afirîneriya mirovan di zaroktiyê de bi rêya zimanê zikmakî tê avakirin. Zarok gava bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne, têgehan tenê ji ber nake; wan fêm dike, şîrove dike û bi vî awayî hişê analîtîk zûtir geş dibe. Berevajî vê yekê, zarokê ku bi zimanekî biyanî tê perwerdekirin, rastî şikestinên mezin ên hişî û derûnî dibe. Ji ber vê yekê, astengkirina zimanê zikmakî ne tenê binpêkirina mafekî hiqûqî ye. Di heman demê de li dijî pêşketina hiş û ramanê ya nifşên nû ye. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayên înkar, astengkirin û bişaftinê hê jî bi rêbazên cuda berdewam dikin.”
‘Parastina ziman parastina bîr, rûmet û siberoja me bixwe ye’
Rênas Yildirim bal kişand ser geşedanên ku ji bo ziman li rojavayê Kurdistanê diqewimin, gotin ku ew ê pêşketinên li Rojava jî bi baldarî û berpirsiyarî bişopînin û bi bîr xist ku li Rojava 14 sal in perwerde ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi mufredat û materyalên xwe bi Kurdî bûne, di demên dawî de ji hêla Hikumeta Veguhêz a Şamê ve hefteyê 3 saetan, ew jî wekî dersên bijarte hatine pejirand û bi raya giştî re parve kirin e û wiha domand: “Em wekî saziyên ziman ên Kurdî li hemû erdnîgariyên ku civata Kurd lê dijîn vê polîtîkaya ku hebûna dîrok, çand, bîr û civakîbûna gelê Kurd di dersên bijarte de dixitimîne napejirînin û heta ku em mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest bixin em ê têbikoşin. Zimanê Kurdî li ser axa xwe nikare bi çend saetên sembolîk bê sînordarkirin û tengkirin. Em vê biryara kêmxistina zimanê Kurdî bi tundî şermezar dikin. Prensîbên me li her derî yek in; Em ê zimanê Kurdî li her devera Kurdistanê bikin zimanê bingehîn ê perwerdeyê û statûyek ava bikin. Erka hikumet û rêveberan ne qedexekirin an sembolîzekirina ziman e; dabînkirina perwerdehiya giştî, bêpere û bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye. Ji ber vê yekê, parastina ziman parastina bîr, rûmet û siberoja me bixwe ye.”
‘Em polîtîkayên înkar û tunehesibandina zimanê Kurdî napejirînin’
Rênas Yildirim axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em li vir, ji vê qadê bi dengekî bilind û bi biryardariyeke mezin ji raya giştî, rêvebir û hikumetên eleqedar re dibêjin; ‘Zimanê Kurdî hebûn, bîr û rûmeta me ya xwerû ye ango mîrateyeke jêveneger e. Çawa ku em li rojavayê Kurdistanê hewldanên tengkirina ziman û perwerdeyê yên bi sê saetên napejirînin, em li Tirkiyeyê jî polîtîkayên înkar û tunehesibandina zimanê Kurdî napejirînin. Ev daxwaz bingeha aştî û refaha civakî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû civakê, malbat û pêkhateyan dikin; Werin em bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin û wî di kolan, tax, dibistan û hemû qadên jiyanê de zindî bihêlin.”
Çalakî bi çapik û dirûşmeyên bi dawî bû.







