Girtî di çalakiya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' de ne

  • 09:08 14 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYA - Girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de bûn, bi boneya 4’ê Nîsanê çalakiya xwe veguherandin qonaxeke nû. Berxwedana girtiyan 140 roj in didome. 
 
Girtiyên siyasî yên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27'ê Mijdara 2023'an de li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin, di roja 130'î de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyên ku çalakiya xwe ya birçîbûnê bi dawî kirin, diyar kirin ku dê çalakiya xwe bi "boykotkirina derneketina dadgehan, hevdîtina malbatê û telefonê" bidomînin. Çalakiya girtiyan di roja xwe ya 140’an de di qonaxeke nû de didome.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 4'ê Nîsanê bi dawî dibe û wiha hat gotin, "Çalakiya me ya greva birçîbûnê ji 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê me (Ocalan) derbasî qonaxeke nû dibe. Em girtî, pêkanînên nijdperest, cudxwaz faşîst teşîr dikin, dema ku ralîeteya kurd dibe mijara gotinê dadgehên dagirker ên ku qanûnên xwe jî nas nakin boykot dikin, dernakevin hevdîtina bi malbatan re û ya bi telefonê û vê wekî pêdiviyekê dibînin û şert û mercê ku Serokatî tê de ye parve dikin."