13'yê Tîrmeha 1930'an: Li Geliyê Zilanê bi hezaran kurd hatin qetilkirin

  • 09:01 13 Tîrmeh 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Dewleta tirk berî bi 93 salî îro li Geliyê Zîlan komkujî kir û bi hezaran kurd qetil kirin. Di Komkujiya Geliyê Zîlan ku 93 sal li dû xwe hişt de 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. 
 
Hin bûyerên girîng ên din ku di dîrokê de pêk hatine wiha ne: 
 
1863: Margaret Alice Murray a li Qraliyeta Yekbûyî di beşa arkeolojiyê de dixebitî îro ji dayik bû. 
  
1889: Emma Asson ku jina yekem a ji bo paramanetoya Estonyayê hat hilbijartin e, îro ji dayik bû.  Ema ji bo 1'emîn Qanuna Bingehîn a Estonyayê ya xweser de cih girt û di 1912'an de cara yekê bi zimanê Estonî hin pirtûkên dersa dîrokê nivîsandine. 
 
1954: Wênesaz Frîda Kahlo, di 6'ê Tîrmeha 1907'an de ji dayik bûn. Frîda piştî ku di 18 saliya xwe de di qezaya trafîkê de astengdar ma, dest  bi wênexêziyê kir. Frîda berî bi 67 salan îro jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Kelly Preston a lîstikvan ji ber pençeşêra memikan a ji ber wê du salan tedawî dît di 57 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
2020: Zindzi Mandela, keça Winnie Madikizela-Mandela û Nelson Mandela ku di têkoşîna Komara Afrîkaya Başûr a li dijî rejîma apartheid de cih girtibûn, salek berê îro koça dawî kir. Sedema mirina Zindzi hêj nayê zanîn. Seroka Afrîqaya Başûr Matamela Cyril Ramaphosa li ser Twitterê got: "Xemgîniya me ji ber vê windabûna ku em hîn bûn çend roj berî rojbûna Nelson Mandela zêdetir bûye."