22’yê Gulana 2016'an: Jin ji bo mafên xwe yên hatin desteserkirin meşiyan

  • 09:02 22 Gulan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
22’yê Gulana 2016'an: Jin ji bo mafên xwe yên hatin desteserkirin meşiyan
 
Bi pêşengiya Koma Pêşigirtinê ya Lezgîn a li dijî Kuştinên Jinan, bi dirûşma “Komîsyona Hevberdanê ya TBMM’ê mafê me desteser dike” meşiyan.
 
Meşa li ber Operaya Sureyyayê hatibû destpêkirin bi hezaran jin tevlî bûbûn û li Qada Khalkedonê bi dawî bûbû. Di meşê de pankarta “Komîsyona Hevberdanê ya TBMM'ê mafê me desteser dike” û dowîzen “Malbata ku sîstem qal dike cîhê hêlîna tundiyê ye, de ka were dev jê bernede”, “Weqfa Ensarê ya ku gotibû ji carekê tiştek nabe bila bê girtin”, “Komîsyona TBMM'ê te xêr e” ji hêla jinan ve hat vekirin.
 
Jinan her wiha bi çepik û tilîliyên xwe dirûşmên “Em natirsin, em bê deng namînin û em îteat nakin”, “Kuştinên jinan polîtîk in”, “AKP destê xwe ji laşê min vekişîne”, “Ew rapor ji meclîsê derbas nabe” û “Jin jiyan azadî”, “Li her derê qetlîam, kujer di nav me de ne” qîriyan.
 
Di dîrokê de hin geşedanên din ku qewimîne wiha ne:
 
1962: Yekîtiya Jinên Tirk kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de Gunselî Ozkaya wek serok hat hilbijartin.
 
2016: Koma Çalakiyê ya Jinan a Îzmîrê bi minasebeta rapora Komîsyona Hevberdanê ya TBMM’ê ya di dema pêvajoya hevberdanê de mafê jinan desteser dikir û zarokên tecawiz li wan hatî kirin bi tecawizkarên wan re dide zewicandin, meş pêk anî. Di meşê de jinan rapor çirand.
 
2020: Polîsan bi ser Komeleya Rosayê ya Jinan a li Amedê de girtin. 
 
2022: Li Dêrsimê bi sernavê "Di heqîba me de cîhaneke ku em ê biafirînin heye" Komxebata Jinan hat kirin.