Li Sûrê jinan daxwazên xwe ji şaredariyê re ragîhandin
- 20:53 7 Cotmeh 2026
- Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê li taxa Pîr Huseyîn hevîtin pêk anî û jinan pirs û daxwazên xwe ji nûnerên rêveberiya herêmî re ragîhandin. Di hevdîtinê de xurtkirina komunên jinan û pêşxistina qadên piştevaniyê hatin nirxandin.
Şaredariya Sûrê ya Amedê li Taxa Pîr Huseyîn hevdîtina jinan pêk anîn. Gelek jin tevli hevdîtinê bûn. Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol, encamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên midûriyeta jinan tevli bûn.
Di hevdîtinê de pirsgirêkên jinan, daxwazên jinan û bendewariyên jinan yên ji rêveberiyên herêmî hatin axaftin.
‘Em ê komunên jinan xurt bikin’
Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol axivî û da zanîn ku ji bo jin her qada jiyanê de bibin xwedî gotin û pêvajoyên biryarê de cih bigirin xebatan dimeşînin û got wê komunên jinan xurt bikin, û ji bo piştgiriya jinan wê têkoşîna xwe bidomînin.
Di hevdîtinê de xebatên civakî, aborî û çandî hatin nirxandin û li ser hfewcedariyên jinan û daxwazên wan sekinin.







