Cenazeyên du gerîlayan piştî 27 salan hatin teslîmkirin
- 15:48 21 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL -Malbata Kaya û malbata Kisaoglû bi pêşengiya MEBYA-DER'a Stenbolê cenazeyên zarokên xwe Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) ên endamên Tevgera Azadiyê ku li peyarêyên Goristana Kîlyosê hatibûn definkirin wergirtin û ber bi navçeya Kanîreşê ve derxistin rê.
Li Şehîdgeha Goristana Xerzanê cenazeyê 282 şervanên endamên PKK, HPG'ê, YPG, YPJ'ê ku di dem û li cihên cuda jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn veşartin. Bi biryara Walîtiya Bedlîsê di 19'ê Kanûna 2017'an de 282 cenazeyên endamên PKK, HPG'ê, YPG, YPJ'ê yên li Goristana Xerzanê ya li gundê Olekajor a Bedlîsê cenaze hatin derxistin û gor hatibûn rûxandin û xirakirin. Ji van cenazeyan 21 cenaze malbatan wergirtibû. Cenazeyê 261 kesan hê jî li Stenbolê li peyarêyên Goristana Kîlyosê veşartî ne.
Di encama hewldan û serlêdanan de malbatên Suheyla Kaya (Zîlan) û Zehra Kisaoglû (Raperîn) jî îro bi pêşengiya MEBYA-DER'a Stenbolê çûn Goristana Kîlyosê û cenazeyên zarokên xwe derxistin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, malbatên her du şehîdan, rêveberên MEBYA-DER'ê û hin welatî bi hev re çûn Goristana Kîlyosê û cenaze wergirtin.
Pêşî cenazeyê Suheyla Kaya hate derxistin. Paşê jî cenazeyê Zehra Kisaoglû hate derxistin.
Piştî cenaze hatin derxistin, li vir ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
Endamê OHD'a Stenbolê û parêzerê MEBYA-DER'ê Veysel Demîrkaya axivî û diyar kir ku cenzeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê bi awayekî derhiqûqî li vir hatine veşartin û wiha got: “Me van her du cenazeyan wergirt. Lê belê divê cenazayên hevalên din jî demildest teslîmî malbatan bên kirin.”
Malbat jî axivîn û sersaxî ji gelê Kurdistanê re xwestin û dirûşma “Şehîd Namirin” hate berzkirin.
Piştî axaftinan malbatan cenazeyên zarokên xwe ber bi navçeya Kanîreşê ya Çewligê ve derxistin rê.
Suheyla Kaya (Zîlan) di sala 1997'an de tevli têkoşîna Tevgera Azadiyê bibû û di sala 1999'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide. Zehra Kisaoglû (Raperîn) jî di sala 1997'an de tevli têkoşîna Tevgera Azadiyê dibe û ew jî di sala 1999'an de di şerekî de jiyana xwe ji dest dide.







