Jina ku rastî îşkenceya giran hat jiyana xwe ji dest da

  • 18:25 4 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nîlûfer Mojavar ya rastî îşkenceya giran hat mirina mêjiyê wê pêk hat.
 
Nîlûfer Mojavar a 27 salî ya ji Pîranşarê dijî piştî ku tundiya fîzîkî ya giran, îşkence û destdirêjiya lê hat kirin, li nexweşxaneyê mirina mêjiyê wê pêk hat.
 
 Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û gotinên malbatê, Nîlûfer Mojavar nêzîkî du hefte berî bûyerê ji malê derket û 12 rojin agahî jê nedihat girtin. Malbatê diyar kir ku Nîlûfer Mojavar di vê pêvajoyê de li cihekî nenas rastî tundî û îşkenceya giran a fîzîkî û zayendî hatiye.
 
Li gorî malbatê piştî ku rewşa fîzîkî ya Nîlûferê xirabtir dibe, Seyed Taherî li gundek Pîranşarê ew bir navendeke tenduristiyê.
 
Gumanbar reviya
 
Li gorî îfadeyên malbatê, dema ku Nîlûfer dibirin nexweşxaneyê û dema ku ew li herêma qereqola polîsan a Pîranşarê bûn, gumanbar bi hinceta anîna belgeyan ji cihê bûyerê reviya. Malbatê li gumanbar gilî kir, lê di derbarê girtin û cihê wî de ti nûçeyek nehat weşandin.
 
Paşê rayedarên nexweşxaneyê rewşa Nîlûferê ji malbata wê re ragihandin. Li gorî malbatê, li ser bedena wê nîşanên lêdan û şewitandina giran hebûn. Bijîşkan her wiha diyar kirin ku derbek giran a li serê wê ketiye, bûye sedema mirina mêjî.
 
Piştî piştrastkirina mirina mêjî û nebûna îhtîmala başbûnê, malbata Nîlûfer razî bû ku lebatên  wê bide nexweşên hewcedar. Li gorî agahiyên hatine weşandin, bexşandina lebatan ji bo roja îro li nexweşxaneyek li Urmiyê hatiye plankirin.
 
Malbata Nîlûferê her wiha ji bo lêpirsînek dadwerî têkildarî bûyerê û tesbîtkirina kiryar û girtina wî, gilînameyek pêşkêş kir.