Li Çewlîgê ji bo pakrewanê azadiyê bibîranîn hat lidarxistin

  • 12:35 3 Îlon 2026
  • Rojane
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê ji bo şehîd Mehmet Hayrî Çapakçûr ê ku di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest daye, bîranîne hate lidarxistin. 
 
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Çewligê, ji bo Mehmet Hayrî Çapakçûr (Hakan Açan) ê ku di 5'ê Nîsana 2017'an de di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû, li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) a Çewlîgê bîranîn hate lidarxistin.
 
Gelek kes tev li bîranînê bûn û ji malbatê re serxweşiyê xwestin.
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Çewlîgê Omer Farûk Hulaku di bîranînê de axivî û wiha got: “Em êdî naxwazin tu malbat zarokên xwe winda bike. Tişta ku dikeve ser milê me ew e ku em bi hev re siberojek ku li ser vê axê careke din cenaze neyên, çek bêdeng bibin û siyaseta demokratîk bihêz ava bikin. Rêya aştiyê di parvekirina êşê û rêgirtina li ber êşên nû de derbas dibe. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Bîranîna ji bo Hayrî Çapakçûr dê heya êvarê berdewam bike.
 
Li aliyê din ji bo Piling Elî Varto (Mustafa Aksoy) ê ku di 1'ê Mijdara 2018'an de li devera Garê ya Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû jî li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bîranîn hate lidarxistin.
 
Sibê jî wê li navçeya Çêrmeyê ya Çewligê ji bo Azîme Delîl (Yasemin Goze) bernameya bîranînê pêk were.