Banga hevpar: Divê aştî di her qada jiyanê de pêk bê

  • 09:04 3 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Jinên di meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de axivîn, dan zanîn ku ji bo aştiya civakî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be, mafê zimanê dayikê bê nasîn û azadî di her qada jiyanê de bikeve bin ewlehiyê.
 
Bi wesîleya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê bi dirûşma ‘Em bi hev re dimeşin aştiyê, em bi hev re pêşeroja demokratîk ava dikin’ li Kadikoyê meş pêk anî. Jinên tevli meşê bûn diyar kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û li her qadê azadî bikeve bin ewlehiyê.
 
‘Aştî bi zimanê dayikê pêkane’
 
Zubeyde Firat diyar kir ku daxwaza dayikan ev e ku şert û pevçûn bi dawî bin, mirin tunebin û got: “Aştî ne tenê bêdengbûna çkean e. Aştî bi rêzdariya li hember nasname û zimanê Kurd pêkan e. Dayik dixwazin zarokên wan bi awayekî azad fikrên xwe bêjin, biaxivin, bixwînin û bi zimanê xwe bixwînin. Ez jî heman tiştî dixwazim. Lê di şertên Tirkiyeyê de ev ne pêkan e. Di civakîbûna aştiyê de dewlet berpirs e. Divê dewlet zimanê xwe biguhere divê çapemenî zimanê şer biguhere. Em ne terorîstin. Em aştiyê dixwazim, mirovên aştiyê bixwazin çawa dibin terorîst?”
 
‘Divê li her qada jiyanê pêk bê’
 
Nesrîn Arîn jî  got Roja Aştiyê ya Cîhanê divê bi rojekê sînor nemîne û wiha domand: “Divê aştî û azadî li her derê hebe. Divê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gav bên avêtin. Em dixwazin aştiyê pîroz bikin. Pêvajoyek hat destpêkirin. Bila azadiya Abdullah Ocalan pêk bînin. Bila zelal bin. Ger ku aştiyeke bi edalet pêk bînin divê gavan bavêjin.”
 
‘Rêya aştiyê ji demokrasiyê re derbas dibe’
 
Muazzez Tore daxuyakirin li cihê ku demokrasî û edalet hebe aştî pêkan e û wiha pê de çû: “Divê dest ji feraseta serdest bê berdan. Ji bo aştiya civakî divê zimanê ku dewlet bi salan e bi kar tîne biguhere. Li Tirkiyeyê jî têkoşîna guherînê tê dayîn.  Îro ne be jî  dibê bibe. Ev ne tiştekî hêsan e. Rêya aştiyê ji demokrasiyê derbas dibe. Îro tiştên pir zehmet pêk yên.”
 
‘Bêyî jinan aştî nabe’
 
Gulşen Şahîn jî ev tişt anî ziman: “Jin aştiyeke ku jin wekhev û hebûna wan tên qebûlkirin dixwazin. Jin pergaleke ku têde wekhev dijîn dixwazin. Dixwazin mafên wan bikeve bin ewlehiyê.  Ne tenê jin divê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.  Em jin dixwazin dengê me bê bihistin. Bêyî jinan aştî ne pêkan e. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve. Kesên xwedî li dengê xwe dernekevin wê zêdetir ezyet bibînin.”
 
‘Rêya aştiya civakî ji piştevaniyê derbas dibe’
 
Parlametnera berê ya HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolu  aştî ne tiştekî ku desthilatdarî diyariyê civakê bike ye û aştî bi têkoşîn û piştevaniyê pêkan e. Fîlîz Kerestecîoglu wiha pê de çû: “Jinan vê pêvajoyê rol girtin. Ez bang dikim ku hemû alî tevli têkoşîna aştiyê bibin. Ez bi jinan bawer dikim. 
 
Desthilatdarî aştiyê diyariyê me nake. Tiştek wisa tune. Aştî bi berxwedan û têkoşînê pêkane.”
 
‘Hewcedariya me bi aştiyê heye’
 
Suna Uzuntel diyar kir ku şer û hilweşîn herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û wiha dawî lê anî: “Ji ber vê divê di nokteya aştî, edalet û demorasiyê de xeta têkoşîna hevpar bê meşandin û li dijî parçebûnê yekitiya civakî pêk bê. Hewcedariya me bi aştiyê heye. Bi qasî av û nan hewcedarî bi aştiyê heye.”