Polîsan gotinên zayendperest ji Dayika Aştiyê re kirin

  • 11:41 2 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Dayika Aştiyê Zeynep Çalihan ku beşdarî meşa ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hatibû organîzekirin bû, bi heqaret û gotinên zayendperest ên polîsan re rû bi rû ma. Zeynep Çalihanê ragihand ku ew ê giliyê polîsan bike.
 
Welatiyên ku li Kadikoy a Stenbolê beşdarî meşa ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bûn, bi êrişên devkî yên polîsan re rû bi rû man. Piştî meşê, welatî ji bo ketina qada ku dê daxuyanî lê bihata dayîn, dest bi derbasbûna ji xalên kontrolê yên ewlehiyê kirin. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema hewldana derbasbûna ji xaleke kontrolê de, Zeynep Çalihan bi heqaret û gotinên zayendperest ên polîsan re rû bi rû ma. Bi zorê li hundirê çenteyê wê hat gerîn û hemû tiştên tê de hatin derxistin. Dema ku Zeynep Çalihanê li hemberî polîsên ku tiştên wê yên şexsî derdixistin bertek nîşan da, dîsa rastî heqaretên zayendperest hat.
 
Zeynep Çalihan diyar kir ku polîsên din ên ku rewşê dîtin, jê re gotin "Tu nikarî tiştekî bi polîsê min bikî" û ragihand ku ew ê der barê bûyerê de gilî bike.
 
Zeynep Çalihanê got: "Polîseke jin li çenteyê min meze kir. Di nav de tiştên min ên şexsî hebûn. Wê her tişt li hev xist û li hundirê wî nihêrî. Min ji polîsê re got ku li wan tiştan nenêre, lê wê israr kir ku dê binêre. Wê di gotina xwe de israr kir û ji min re got: 'Ji xwe hûn hînî vekirinê bûne.' Ev tê çi wateyê? Gelo jinek dikare tiştekî wiha bibêje? Ez ê giliyê hemû polîsên li Qada Kadikoyê, hem mêr û hem jî jin, bikim. Tu polîsekî li wir destwerdan nekir. Wan nepirsî: 'Tu çawa dikarî tiştên wiha ji jinekê re, ji dayikekê re bibêjî?' Ez dayik im. Mafê wan tune ye ku bi vî awayî bi min re biaxivin. Min ev maf nedaye kesî û ez ê qet nedim jî. Ez ê bi rêyên qanûnî hesab ji wan bipirsim. Ev rewş gelek xirab û cihê şermê ye. Bila ew wê gotinê ji dayika xwe re bibêje; gelo dayika wê dê qebûl bike? Ez nikarim qebûl bikim ku jinek tiştên wiha bibêje."
 
Zeynep Çalihanê got: "Wekî dayikekê, ez tiştên ku li vir qewimîne qebûl nakim. Polîsên li vir jî piştgirî dan wî. Polîsekî mêr destê xwe li me bilind kir û got: 'Hûn nikarin tiştekî bi polîsê min bikin.' Gelo çima dema ku heqaretên bi vî rengî li dayikekê û jinekê tên kirin, tu kes tiştekî nabêje? Eger ew polîsê 'we' be, ez jî dayik im. Ez jinek im ku li Komara Tirkiyeyê dijîm. Ez dubare dikim: Ez ê giliyê hemû polîsên li vir bikim."