Necme Sadat Bunyan li Dezfûlê hat binçavkirin

  • 15:59 30 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiya bi navê Necme Sadat Bunyan ku weke werzişvarekî binavbûnê tê naskirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Li gorî agahiyan, ew bi tawanbariya “Bêrûmetî li nirxên pîroz kirin” hatiye girtin û bo girtîgeha Sîpidar a Ehwazê hatiye birin.
 
Li gorî raporên ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatine belavkirin, Necme Sadat Bunyan, nişteciha bajarê Dezfûlê, duh, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û birin girtîgeha Sîpidar a Ehwazê.
 
Li gorî vê raporê, Necme Sadat Bunyan di pêwendiyeke telefonî de li gel xizmên xwe, diyar kir ku ew veguhestine  girtîgeha Sîpidarê da û ew bi “bêrûmetiya li nirxên pîroz” hatiye tawanbarkirin.
 
Heta niha hûrgiliyên zêdetir der barê saziya binçavker û şêwaza lêkolîna dosyeya vê welatiya Dezfûlî de nehatine belavkirin. Di raporên hatine belavkirin de, Necme Sadat Bunyan weke werzişvareke çalak di warê binavbûnê de tê naskirin, hatiye diyar kirin.