Dadgeha Îranê 12 sal û 6 meh ceza da xwendekar Necmeh Emînî
- 11:34 30 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara xwepêşander Necmeh Emînî, li Girtîgeha Wakilabadê ya Meşhedê girtî ye, ji ber sûcê ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ 12 sal, 6 meh û rojek mehkûmî cezayê girtîgehê hate kirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya xwendekaran de hatine weşandin, li Îranê xwendekara beşa jimaryariyê ya 23 salî Necmeh Emînî bi 12 sal, 6 meh û rojek cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Necmeh Emînî, ji ber ‘çalakiya operasyonel a li dijî ewlehiya neteweyî’ ev ceza vê dawiyê ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve wergirt.
Di dema kontrolê de hat girtin
Necmeh Emînî di 11’ê Sibata 2026’an de, dema kontrolên li herêma Bazara Ferdewsî ya Meşhedê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundiyê hate girtin, lêdan û birin Girtîgeha Vakilabadê. Nêzîkî sê mehan di hucreya yek kesî a qawîşa ewlehiyê ya vê girtîgehê de ma û niha di beşa bi navê ‘Arameş’ de tê girtin.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, ji dema girtinê ve, Necmeh Emînî ji mafê dîtina parêzerek bi xwe bijartî û dadgehkirina adîl bê par tê hiştin û bi sûcên ‘muharebe’, ‘hevkariya bi Îsraîlê re’, ‘heqaretkirina serokatiyê’ û ‘pevçûna bi rayedarekî hikûmetê re’ tê sûcdarkirin. Her wiha di dema lêpirsînê de zexta bi zorê îtîraf bike lê hate kirin.
Her wiha li Şaxa 6’emîn a Dadgeha Cezayê ya Xorasan Rezewî doz li xwendekarê hatiye vekirin û biryar e ku danişîn dawiya meha Îlonê bê dîtin.







