Ji Raziye Haşîmî ya li Îranê hat binçavkirin agahî nayê girtin

  • 19:37 29 Tebax 2026
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN- Parêzer Raziye Haşîmî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin, aqûbeta wê nayê zanîn.

Hêzên Îranê li bajarê bdanan a eyaleta Îlamê parêzer Raziye Haşîmî çend roj berê binçav kir. Li gorî nûçeya Kolbernewsê Raziye Haşîmê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û birine cihekî nayê zanîn. Ji ber ku agahî ji Raziye Haşîmî nayê girtin fikarên malbatê jî zêde dibin.

Der barê hinceta binçavkirina Raziye Haşîmî de rayedarên Îranê heta niha tiştek ranegîhand. Der barê ku Raziye Haşîmê li ku derê ye jî agahî nehatiye bidestxistin.