Ji bo girtiya nexweş Dûrsûn Goktaş bang
- 15:39 29 Tebax 2026
- Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê, di çalakiya xwe ya 753'yemîn a "Nobeda Tîpa F" de, bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Dûrsûn Goktaş a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırköyê tê ragirtin û daxwaza berdana wê kir.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo hefteya 753'yemîn a "Nobeda Tîpa F" – çalakiyeke ku armanca wê balkişandina ser mafê jiyan û tenduristiyê yê girtiyên nexweş e l civiya. Endama ÎHD'ê Nergis Şahin daxuyanî xwend.
‘Bi hezaran girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin’
Nergis Şahin diyar kir ku çaresernekirina binpêkirinên mafan li girtîgehan dibe sedema binpêkirinên zêdetir û bal kişand ser rewşa Mehmet Sait Yıldırım ê girtiyê nexweş ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 1 a Kırıklar a Îzmîrê tê ragirtin.
Nergîs Şahin da zanîn ku tevî mafê wî yê berdana bi şert ji Sibata 2025'an ve hebû jî berdana Mehmet Sait Yıldırım ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatiye paşxistin û got: "Girtiyê nexweş Mehmet Saiît Yildirim, ku nêzîkî 32 sal in girtî ye, piştî civîna Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ya di 24'ê Tebaxê de, li girtîgehê krîza dil derbas kir."
Nergîs Şahin diyar kir ku Mehmet Saît Yildirim di 25'ê Tebaxê de ketiye bin operasyona anjiyografiyê ya lezgîn û di vê pêvajoyê de du stent di damareke sereke ya girtî de hatine bicihkirin; her wiha da zanîn ku ew li nexweşxaneyê bi destên kelemçekirî hatiye kontrolkirin û dermankirin û berdana wî ji bo sê mehên din hatiye paşxistin. Nêrgis Şahin got: "Îro, bi hezaran girtiyên nexweş ên mîna Mehmet Saît Yidirim, bi vî awayî di nav çar dîwaran de tên hiştin û terkî mirinê tên kirin."
Rewşa tendirustiyê ya Dûrsûn Goktaş
Di çalakiya Rûniştinê ya " Tîpa F" ya 753'yemîn a vê heftiyê de, bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya Dûrsûn Goktaş ku girtiyeke nexweş li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakırköyê tê ragirtin.
Nergis Şahin ragihand ku Dûrsûn Goktaş berê tûşî penceşêra pêsîrê bûye û di bin çavdêriya bijîşkan de ye, di demên dawî de êşên giran ên pişt û sîngê dikişîne. Nergîs Şahin da zanîn ku di kontrolên bijîşkî yên beriya girtina wê de, şeş girêk di pêsîra wê ya çepê û çar jî di ya rastê de hatibûn tespîtkirin; herwiha diyar kir ku bijîşkan hişyarî dabûn ku dibe ev girêk xirab bin û pêşniyar kiribûn ku ultrason û biyopsî bên giritn.
Nergîs Şahin bal kişand ser wê yekê ku Dûrsûn Goktaş di 26'ê Hezîranê de, berî ku ev muayeneyên pêwîst bên kirin, hate girtin û bi vî awayî pêvajoya teşhîs û dermankirinê hate astengkirin.
‘Pêvajo veguherî îşkenceyê’
Di daxuyaniyê de herwiha agahiyên ku ji aliyê parêzerê Dûrsûn Goktaş, Naim Emînoglu ve piştî hevdîtina bi muwekîla xwe re di 26'ê Tebaxê de hatibûn dayîn, cih girtin.
Parêzer Naîm Eminoglu diyar kir ku kontrolên bijîşkî yên beriya girtina Dûrsûn Goktaş hebûna gelek girêkan di her du pêsîran de eşkere kiribûn û tekezî li ser pêwîstiya şopandina nêzîk a rewşa wê ya tenduristiyê kir. Naîm Eminoğlu da zanîn ku Dûrsûn Goktaş serî li rayedaran dabû da ku muayeneyên pêwîst pêk werin û got: "Tevî serlêdanên wê jî ultrasona lezgîn tenê piştî du mehan hate kirin û ev pêvajo veguherî îşkenceyê. Hîn jî ji bo Dûrsûn Goktaş dîrokek danişînê nehatiye diyarkirin. Me ji ber rewşa wê ya tenduristiyê ya giran daxwaza berdana wê kir, lê ev daxwaz hate redkirin." Naîm Emînoglu anî ziman ku şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên têkildarî gihîştina dermankirina bijîşkî metirsiyeke cidî li ser tenduristiya Dûrsûn Goktaş çêdikin û bang kir ku bi berçavgirtina rewşa wê ya tenduristiyê, ew were berdan.
‘Divê Dursun Goktaş were berdan’
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya IHD'ê bang li rayedaran kir ku berpirsiyariyên xwe yên têkildarî parastina mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş, kal û pîr û astengdar bi cih bînin, herwiha bang li raya giştî kir ku li hemberî vê mijarê hestiyariyê nîşan bidin.
Daxuyanî bi van dirûşman bi dawî bû: “Divê girtiyên nexweş werin berdan. Divê Dûrsûn Goktaş were berdan. Tedawiya bijîşkî mafek e; nayê astengkirin. Tecrîd dikuje; piştevanî jiyanê rizgar dike.”







